BI DÎMEN

Gerîlayan berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bibîr anîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê di salvegera 33. de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bîranîn.

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê di salvegera 33. de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bîranîn.

Bîranîna danê sibehê bi merasîma leşkerî destpê kir. Di bîranînê de, ji berxwedêrên 14'ê Tîrmehê kesê tekane yê dijî endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, ji fermandarên YJA Starê Nuve Rojhat, Baharîn Dêrsim, ji fermandarên HPG'ê Dilxwaz gabar, ji rêveberên KCK'ê Sosin Alan û Rewşen Mêrdîn û zêdeyî 100 gerîla amade bûn.

'RUHÊ BERXWEDAN Û NÛBÛNÊ JI 14'Ê TÎRMEHÊ HATIYE WERGIRTIN'

Karasû di merasîmê de li ser Berxwedana 14'ê Tîrmehê axivî û destnîşan kir ku hêza nûbûn û berxwedanê ya tevgera azadiyê, gerîla û gelê Kurd a li dijî her şêwe êrîşan, ji ruhê Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatiye wergirtin. Karasû diyar kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê ruhê jiyana demokratîk û azad daye gelê Kurd û ev xal destnîşan kir: "Ruh û rêbaza berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê îro rastiya gelê şer dike, afirandiye. Bi rêbaz û ruhê 14'ê Tîrmehê re tevgera me ya azadiyê, di nava şert û mercên zehmet û kêmderfetiyan de bi dehan sal in ji bo azadiyê têdikoş e. Eger di roja îro de, tevî hemû kêmderfetî û zehmetiyan em dikarin li hemberî her şêwe êrîşan li ber xwe bidin, eger ti êrîş nikare berxwedana me bişikîne, ya ku ev rewş afirandiye Berxwedana 14'ê Tîrmehê ye, ku bi pêşengiya Hayriyan, Kemalan hatiye destpêkirin û di encamê de 4 hevalên me şehîd ketin. Bi rastî jî ev berxwedan gelekî girîng e. Gel, gerîla û şexsê hînê vê berxwedanê bûye, ji aliyê ti kesî ve nayên têk birin. Tevgera me ya azadiyê ya xwe bi ruhê 14'ê Tîrmehê xemilandiye, wê ji sedî sed bi ser bikeve."

'EM Ê GELÊN ROJHILATA NAVÎN AZAD BIKIN'

Karasû da xuyakirin ku bi Berxwedana 14'ê Tîrmehê re gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ser ketine û diyar kir ku weke tevger û gel, ew niha dîroka vê serketinê dinivîsinin. Karasû destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gerîla, bi hêza 14'ê Tîrmehê re ne tenê gelê Kurdistanê ew ê hemû gelên Rojhilata Navîn jî azad bikin û got, "Ji pêşengên Berxwedana 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr digot, 'Ez di nava Şoreşa Kurdistanê de Şoreşa Tirkiyeyê dibînim'. Di roja îro de ev yek êdî derbas kiriye. Êdî di nava Şoreşa Kurdistanê de em Şoreşa Rojhilata Navîn dibînin. Hemû gel, gelên cîhanê vê yekê dibînin. Tevgera me ya bi ruhê 14'ê Tîrmehê re di xeta Rêber Apo de li ber xwe dide, xwedî wê zîhniyet, rêxistinbûyîn û feraseta têkoşînê ye, ku bi biratiya gelan, bi feraseta neteweya demokratîk re wê hemû gelan azad bike. Îro ev çiya, çiyayên Kurdistanê bûne çiyayên ku berê hemû gelan lê ye. Li van çiyan, şoreşgerên ji çar aliyên cîhanê hene. Li van çiyan, li Kobanê, Hesekê, li Şengalê têdikoş in. Ji bo jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê şehîd dikevin. Ya ku ev afirandiye; bê guman şerê gerîla yê di bin fermana Egîd de hatiye heta roja îro ye. Vî şerê gerîla, ji bo tevahiya mirovahiyê ev çiyayên azad afirand. Van çiyayên azad jî, ruhê azadiyê yê şoreşgerên hemû gelan bi pêş xistiye, pewerde kiriye û tevgera azadiyê ji van çiyayan belavî tevahiya cîhanê bûye. Çiyayên Kurdistanê îro vê rolê dilîzin. Bi vê wesîleyê, di serî de şehîdên 14'ê Tîrmehê û hevrê Egîd hemû şehîdên ev roj diyarî me kirin û çiyayên Kurd kirin dergûşa azadiyê ya hemû mirovahiyê bi mînetdarî û rêzdarî silav dikim. Ez soza me ya azadî, sosyalîzm û demokrasiyê ya me dane wan, careke din bilêv dikim."

KARASÛ BÎRANÎNÊN XWE PARVE KIR

Piştî merasîmê Karasû bi gerîlayan re, li ser wate û jîndarkirina Berxwedana 14'ê Tîrmehê di roja me ya îro de, civînek lidar xist. Karasû di civînê de bîranînên xwe yên bi berxwedêrên din ên 14'ê Tîrmehê re li Zîndana Amedê jiya, ji gerîlayan re vegot û bersiva da pirsên gerîlayan.

Merasîm û civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...