Di 14'ê Tîrmehê Goristana Şehîd Gulan û Şehîd Simko hate vekirin

Di salvegera 33. a Berxwedana 14'ê Tîrmehê de li heremên Parastinê yên Medyayê Goristana Şehîd Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û Şehîd Simko Serhildan bi merasîmeke leşkerî hat vekirin. Di merasîmê de malbatên cangoriyan û bi dehan gerîla amade bûn.

Di salvegera 33. a Berxwedana 14'ê Tîrmehê de li heremên Parastinê yên Medyayê Goristana Şehîd Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û Şehîd Simko Serhildan bi merasîmeke leşkerî hat vekirin. Di merasîmê de malbatên cangoriyan û bi dehan gerîla amade bûn.

Li li Herêmên Parastinê yên Medyayê duh bi munasebeta 33. salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê Şehîdgeha Şehîdan Gulan û  Şehîd Simko Serhildan bi beşdarbûna gelek kesan hat vekirin. Ji endamên Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Rêwar Awdanan, Hevseroka PJAK'ê Evîndar Rênas, Endama Komeleya Rêveberiya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Ayten Dêrsim, Endamê Konseya Leşkerî ya YJA-STAR Hêzil Dêrsim, Endamê Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê Rênas Roj di merasîmê de amade bûn.  

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Rêwar Awdanan di merasîmê de axivî got: "Hêz û bawerî û berxwedana 14’ê Tîrmehê bû bingehê têkoşîna gelê Kurd a li Kurdistanê. Şehîdên zîndana Êvînê berdewama çanda berxwedana zîndana Amedê ye."

Rêwar Awdanan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana dîrokî ya zîndana Amedê û da zanîn ku berxwedana zîndana Amedê ji bo gelê Kurd hêz û bawerî ye û îro gelê Kurd li ser bingeha vê berxwedanê li Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê xwedî derdikeve. 

Awdanan wiha pê de çû: "Di vê roja dîrokî de me goristana Şehîd Gulan û Şehîd Simko vekir. Ev berxwedan bû bingeha zindîkirina gelê Kurd û şehîdên zîndana Amedê, bû stêrka serkftina şoreşa Kurdistanê. Vê berxwedanê bandor li tevahî Kurdistanê kiriye û îro dibînin ku girtiyên siyasî yên li zîndanên rejîma dagirker a Îranê de li ber xwe didin û Ferzad û hevalên wî bi berxwedana xwe çoka dagirkeran şikandin. Nîşanî hemû kesî dane ku rêya gelê Kurd têkoşîn û berxwedan e." 

Awdanan da xuyakirin ku li goristana Şehîd Gulan û Şehîd Simko, cangoriyên şerê berxwedana Qendîlê hatine veşartin û got: "Ev şehîd ji bo gelê Kurd bûn sembola qehremaniyê û her wiha di berxwedana xwe ya şerê Qendîlê ya li dijî rejîmê dagirkerê Îranê de bûn parêzerên gel û neteweya xwe. Ji ber vê îro em di rojeke wiha de wan bibîr tînin û sonda bilindkirina têkoşîna wan nû dikin."
 
Rêwar Awdanan di dawiya axaftina xwe de ragihand ku di dîroka tevgera azadîxwaziya gelê Kurd de bi hezaran jin ji bo afirandina jiyaneke azad têkoşiyan û di vê rê de canê xwe fedakirin. Awdanan goti "Şehîd Gulan jî yek ji van têkoşerên pêşenge ku roleke serekî di têkoşîna azadiya  jinê de birêve biriye."

Di merasîmê de Çeka Şehîd Simko ku bu sedema şkandina şerê rejîma dagirker a Îranê  ya di sala 2011’an li Qendîlê de, diyarî hevrêyê wî yê têkoşînê û yek ji fermandarê YRK’ê Şoreş Alan hate kirin. Her wiha di dawiya merasîmê de malbatên şehîdan û welatparêz li gel hevalên gerîla serdana şehîdgehê kirin û li mûzexaneya ku ji wêne, slayt û nivîsên cangoriyan pêk dihatin gerîn. Amedekarên şehîdgehê bi boneya vê rojê sînevîzyonek pêşkêşî hemû mîvanan kirin.

Merasîm bi qîrîna dirûşmeyên 'Bijî Rêber APO' û 'Şehîd namirin' bi dawî bû.

...