'Em dixwazin çanda civakparêziya demokratîk biafirînin'
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakîr da xuyakirin ku ew dixwazin ji jêrê ber bi jorê ve rêxistinbûyîna demokratîk a civakê pêk bînin û çandeke civakparêziya demokratîk biafirînin.
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakîr da xuyakirin ku ew dixwazin ji jêrê ber bi jorê ve rêxistinbûyîna demokratîk a civakê pêk bînin û çandeke civakparêziya demokratîk biafirînin.
Hevseroka Tevgera Azadî ya berî 8 mehan li Başûrê Kurdistanê ava bû Şîlan Şakîr diyar kir ku armanca wan a di rêxistinbûyîneke bi vî rengî de; ji jêrê ber bi jorê ve avakirina rêxistinbûyîna demokratîk a civakê û afirandina çandeke civakparêziya demokratîk e.
Şakîr anî ziman ku Tevgera Azadî partiyek an jî rêxistineke civakî ya klasîk nîne û got, "Em rêxistinbûyîneke welê ne ku çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî di nava sîstema konfederal a demokratîk de dibînin û civakparêziya demokratîk esas digirin. Sîstema me ya rêxistinbûyînê û paradîgmaya em dipejirînin, wê modela bingehîn a çareseriya hemû pirsgirêkan be.
Şîlan Şakîr ragihand ku Tevgera Azadî di encama xebat û lêkolîna salekê de derketiye holê û got: "Me di têkoşîna demokrasiyê ya li Başûr Kurdistanê de hewcedarî bi avabûnek wisa didît. Ji ber ku partiyên siyasî yên bi salane li Başûrê Kurdistanê dixebitin, di çareseriya pirsgirêkê de ne bi bandor bûn. Ji ber vê jî me hevkariya hêza derdorên cuda yên aliyên civakê hewcedarî bi vê dît. Tevgera Azadî di encama vê de derket.”
'EM NE PARTÎ NE, TEVGEREKE CIVAKî Û SIYASÎ NE'
Şakîr da xuyakirin ku ew ne partîne û got: "Em tevgereke civakî û siyasî ne. Em wek tevgerekê xwe rêxistin dikin. Bê guman em siyastek aktîf jî dimeşînin. Ji bo navbera siyaset û civakê ya gelekî vebûye bê girtin û civaka li derveyî polîtîkayê hatiye hiştin, ji nûve di van qadan de cih bigirin, em hatin avakirin.
Tevgera Azadî bi taybetmendiya xwe re li Başûr rewşeke nû ye. Heta niha rêxistinbûnên wek partî hene. Lê wek tevger, yekem e. Em xwe wek partî yan jî rêxistinek sivîl ne, di heman demê de wek rêxistibûneke xwe dispêre civakê û siyaseta aktîf dimeşîne, didin nasîn."
Şakîr bi lêv kir ku ew tevgereke ku yekîtiya cihêrengiyan esas digirin e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji bo vê me peymanek ava kir. Em li ser rêgezên hevbeş hatin cem hev. Me rêgezên ku em dikarin li ser têbikoşin amade kir. Armanca me ev ku em hemû reng û baweriyên cuda yên civakê di pergaleke demokratîk de bînin cem hev û her kes bikaribe xwe bi awayekî azad îfade bikin. Eger em tevgereke ji yek bawerî, çand û îdeolojiyê pêk bihatana, wê ti cudahiya me ji partiyên din nemabûna. Ev avabûna li dij tevgera me bû. Bê guman em ne tevgereke ku ji yek bawerî, îdeolojî û etnîkî hatine avakirin e. Lê niha me xwe negîhandiye hemûyan jî. Me 8 meh berê kongreya xwe pêk anîn û me xwe îlan kir. Hedefa me ev e ku em di bin vê sîwaneyê de bibin yek.
'ME MÎNAKÊN LI CÎHANÊ NIRXAND'
Dema em ber bi avabûnê ve çûn me mînakên cîhanê nirxand. Me gelek mînak jî girtin. Lê me bi tevahî konfederalîzma demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan formule kiriye, esas girt. Ya herî zêde me esas girt ev bû. Ji ber ku heta niha pergal, partiyek siyasî û avabûnek îdeolojîk ji pirsgirêkên herêmî re nebû çareserî. Sedema krîz û pevçûnên li herêma me jî bêtehemuliya li dijî baweriyane. Em hemû cudahiyan li gel hev digirin. Pergala me li ser vê ye."
'MODELA RÊXISTINBÛNÊ
Şakîr di berdewamiyê de bi lêv kir ku ew tevgreke ku ji tabanê rêxistibûnê esas digirene. Şakîr got civak ji jor ve nekare bê bi rêvebirin û bi vê pisgirêk nayên çareserkirin û wiha berdewam kir: “Modela me eve ku civak raste rast beşdarî siyaset û jiyana civakî be. Divê gel beşdarî rêveberiyan bibin û li gundan, taxan meclîsan ava bikin. Di van rêxistibûnan de jin, ciwan, karker dikarin cih bigirin. Di van deran de dikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman.
Piştî me kongreya xwe pêk anî em çûn serdana gelek saziyên cuda. Me tevgera xwe ji wan re vegot. Me armancên xwe vegot. Em bi kelecanek mezin hatin pêşwazîkirin. Lê bêguman terzek siyasetê ya hînbûne heye. Divê ev bên şikandin.”
Şakîr balkişand ser pergala hevserokatiyê û got: “Li Başûr siyaset bi tevahî di bin tekela mêr de ye.Ji ber vê dema di tevgera me de jin derket pêş, hinek aliyan qebûl nekirin. Lê bal jî kişand. Hele pergala hevserokatiyê ji aliyê her kesî ve bi mereq tê şopandin. Hevserok û rêveberî di kongreyê de tên hilbijartin. Delegeyên me di kongreyê de amade bûn.Em kongreya xwe di du salan carekê de dikin. Li gorî hewcedariyê wê 6 mehan carê berhev be.
Em girîngiyê didin beşdarbûna jin û ciwanan. Ji sedî 40 kotaya jinê me daniye. Hevserok û rêveberî bi van desteyên giştî tên hilbijartin. Ji bilî hevserokan di desteya rêveberiya de 15 kes cih digirin.
Me Başûrê Kurdistanê li ser 7 herêman daye nasîn. Hewlêr, Behdînan, Silêmanî, Germiyan, Şehrî Zor, Soran û Raperîn. Em li van qadan konferansên herêmî dikin û diçin rêxistinbûnê."
SIBE: Şîlan Şakîr wê pêvajoya amadekariya destura bingehîn a Başurê Kurdistanê, hilbijartina serokatiyê, Yekîtiya Kurdan û pisgirêkên cuda yên Başûrê Kurdistanê binirxîne.