Li Amed û Mêrdînê serdanên goristanan

Li navçeya Pîran a Amedê û li Mêrdînê bi boneya Cejna Remezanê gorên şervan û gerîlayên di têkoşîna azadiya Kurdistanê û li Rojava jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.

Li navçeya Pîran a Amedê û li Mêrdînê bi boneya Cejna Remezanê gorên şervan û gerîlayên di têkoşîna azadiya Kurdistanê û li Rojava jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.

PÎRAN

Li Pîranê gora komî ku 33 endamên PKK'ê yên bi çekên kîmyewî di 13'ê Sibata 1995'an de hatibûn qetil kirin bi komî hatibûn veşartin, hate ziyaretkirin.

Li navçeya Pîran a Amedê di 13 Sibata 1995'an de 33 endamên PKK'ê piştî ku bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin, bi awayekî komî di gorekê de hatibûn veşartin. Rêveberên MEYADER, DBP û HDP'ê, Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel, hevserokên Şaredariya Pîranê jî di nav de gelek kes çûn serdana vê gora komî. Li vir, ji bo hemû şehîdên demokrasiyê û azadiyê rêz hate girtin. Rêveberê MEYADER'ê Kasim Pervane diyar kir ku ew 33 PKK'yî bi rêzdarî bibîr tînin û dê şopdarê têkoşîna wan bin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel jî destnîşan kir ku di nav hemû şert û mercan de wê şopdarê bîranîna wan bin.

'HEMÛ CENAZE HATIBÛN ŞEWITANDIN'

Dayika Fatma ku endama MEYADER'ê ye, di derbarê bûyera qetilkirina 33 endamên PKK'ê de wiha axivî: "Di wan salan de keça min jî li van çiyanan di nav şer de bû. Me çawa qetlîam bihîst em hatin Pîranê. Ji me re gotin ku cenaze li tabûra leşkerî ye û em jî çûn wê derê. Hemû cenaze di odeyek de bûn. Tevî ku ez sê caran ketim hundir jî ji ber ku hemû cenaze bi giranî hatibûn şewitandin, min pê dernexist ka kîjan ji wan mêr an jî jin in. Bêyî ku em cenazeyan teşhîs bikin em ji wir veqetiyan. Ez car din ew kesên ku vê wehşetê dane jîyin şermezar dikim." Dayika Fatma, bi dirûşma "Şehîd namirin" dawî li axaftina xwe anî.

MÊRDÎN

Bi boneya Cejna Remezanê di pêşengiya MEYADER a Mêrdînê de serdana gorên şervanên HPG, YPG û PKK’yiyên jiyana xwe ji dest dane hat kirin. DBP, HDP, Dayikên Aştiyê, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Saziyên Civaka Sivîl û gelek welatî tevlî ziyaretê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê û dûa hatin kirin, Rêveberê MEYADER’ê Şaxê Mêrdînê Abdullatîf Tabar got ku, Ji bo azadiya gelê Kurd pir berdêl hatine dayîn. Tabar da zanîn ku di vê têkoşînê de bi taybet ciwanên Kurd bê dudilî canê xwe feda dikin û wiha dom kir, “Eger em îro heya vir hatibin ev saya berdêlên hatine dayîne. Em bejna xwe li ber têkoşîna wan dayîne ditewînin û soza ku em ê qet wan ji bîr nekin û tim şopdarê rêya wan bin didin.

Li milê din li navçeyên Qoser, Şemrex û Dêrika Çiyayê Mazî jî bi boneya Cejna Remezanê di bin pêşengiya MEYADER û rêveberên partiyê de pêk hat.