Hemû rêyên ber bi Hesekê di bin kontrola YPG'ê de ne

Hemû rêyên ber bi Hesekê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin kontrolkirin. Hêzên YPG/YPJ'ê yên dor li çeteyan girtine, Girtîgeha Zarokan jî kontrol kirin.

Hemû rêyên ber bi Hesekê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin kontrolkirin. Hêzên YPG/YPJ'ê yên dor li çeteyan girtine, Girtîgeha Zarokan jî kontrol kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê di 24'ê Hezîranê de êrîşê Hesekê kirin û avahiyên dewletê û taxên ku di bin kontrola rejîm de ketin destê çeteyan. Li cihên ku rejîmê nekarî biparêze û li ber xwe bide şervanên YPG’ê opersayonek da destpêkirin. Ev cih yek bi yek ji destê çeteyan hatin derxistin û hatin azadkirin. Operasyona rizgarkirina van cihan dewam dike.

DOR LI ÇETEYAN HATIN GIRTIN

Di encama operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên beriya hefteyekê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên xwestin Hesekê dagir bikin hatin destpêkirin de, ji çiyayê Evdilezîza heta Çemê Xabûr herêmek berfireh ji çeteyan hat paqijkirin û kete bin kontrola hêzên YPG’ê YPJ’ê. 

Di çarçoveya operasyona ku hatiye destpêkirin de şerekî giran diqewime. Di vî şerî de Girtîgeha Zarokan danê vê sibehê ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hat rizgarkirin û kete bin kontola şervanên YPG’ê.

Hemû çeteyên li taxên Neşwa, Xiwêran yên li başûrê bajarê Hesekê û cihê stratejîk ê çarrêya Panaroma ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin dorpêçkirin.

Bi operasyonên duh bi şev re hêzên YPG/YPJ'ê herî dawî rêya Dêr Ez-Zor xistin bin kontrola xwe. Bi vî rengî hemû çeteyên li navenda bajarê Hesekê hatin dorpêçkirin.

Şevê din şervanên YPG’ê navenda ceyranê ya li başûrê bajarê hesekê ji çeteyan paqij kirin.