PYD: Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berhema şoreşa 19’ê Tîrmehê ye

PYD’ê diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi sazî, hevpeymana civakî, projeya çareseriya siyasî û nexşeya xwe re berhema şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an e û mînaka pêşeroja Rojhilata Navîn e.

PYD’ê diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi sazî, hevpeymana civakî, projeya çareseriya siyasî û nexşeya xwe re berhema şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an e û mînaka pêşeroja Rojhilata Navîn e.

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya 3. salvegera şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ku çirûska wê li bajarê Kobanê pê ket, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berhema vê şoreşê ye.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

"Piştî ku şoreşa Sûriyeyê ji xeta wê ya rasteqîn hate derxistin û şerê desthilatdariyê li Sûriyeyê destpê kir, gelê Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de biryara xwe girt ku rêveberiya xwe û parastina herêmên xwe bi xwe bike. Ji aliyekî ve desthilatdariya rejîma Baasê ya dîktator ku gelê Sûriyeyê ji ber wê bi dehan salan êş dikşîne û ji aliyekî din ve jî gelek komên çete derketin û li pêşiya çavên cîhanê mirovan serjê dikin. Li ser vê yekê pêkanîna şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an pêwîstiyek bû.

Ji bo rewşa şerê desthilatdaran derbasî herêmên Rojava nebe, ev pêngava şoreşê gelekî girîng bû. Gelê Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2004’an ve li dijî rejîma Baasê di nava têkoşînê de ye. Hin tabûrên xwe bi Artêşa Azad ve girêdidan herêmê ji rêjîma Baasê hatine rizgarkirin li şûna piştgiriya van herêman bikin di êrîşên xwe de hedef girtin.

Piştî 3 salan ji şoreşê, gelek rewşên veşartî aşkera bûn. Ji aliyekî ve gelên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê baweriya xwe bi şoreşê anîn û bi dil û can beşdarî nava xebatên şoreşê bûn û ji bo sîstemeke demokratîk ava bikin, canê xwe feda kirin û bû gava yekemîn ber bi Sûriyeyeke demokratîk ve. Ji aliyekî din ve jî şoreşa Sûriyeyê ji rêya wê ya rasteqîn hate dûrxistin û rewşa Sûriyeyê aloz û dijwartir bû. Her wiha gelek komên radîkal derketin û gelê Sûriyeyê wekî rehînekê di destên van aliyên desthilatdar de hate hiştin. Rojavayê Kurdistanê jî piştî ku gavên dîrokî li ser rêya demokrasiyê avêtin, bû hedefa êrîşan ne tenê ji aliyê destehilatdariya rejîma Baasê ve lê belê hemû rejîmên ku ji vîna azad a gelan û demokrasiyê ditirsin.

Berxwedana dîrokî ya bajarê Kobanê ku çirûska şoreşê lê hatiye vêxistin, komploya mezin pûç kir. Gelê Kobanê bi berxwedana xwe ku mînaka wê di dîrokê de nayê dîtin, çavên tevahî cîhanê li ser rewşa Sûriyeyê ya giştî vekirin. Her wiha şoreşa rasteqîne ya Rojava û Sûriyeyê aşkera kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi sazî, hevpeymana civakî, projeya çareseriya siyasî û nexşeya xwe berhema şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an û mînaka pêşeroja Rojhilata Navîn e. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk em niha li ser rêya avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk in. Ev meclîs wê ji hemû aliyên demokrasîxwaz ku bi yekîtiyê bawer dikin, pêk were.

Hemû destketiyên niştimanî û demokrasî di encama berxwedana YPG’ê û YPJ’ê de hatine bidestxistin. Niha jî li tevahî cîhana azad wekî mînak tê destgirtin. Berxwedana Rojava bû qibleya hemû têkoşerên cîhanê.

Di 3. salvegera ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên ku canê xwe fedayî fikra neteweya demokratîk kirine, ditewînin. Em soz didin ku em rêya azadiyê li ser şopa wan bidomînin. Em soz didin gelê xwe ku em ê bi hemû hêza xwe ji bo azadiyê û jiyaneke bi rûmet têkoşîna xwe bidomînin."