Ti carî agirbesta hikûmeta AKP’ê pêk nehat - Cemîl Bayik

"Divê ji hikûmeta ev AKP'ê bê pirsîn; agirbest ji bo çi tê îlan kirin? Gelo agirbest ji bo derfet dayina aştiyeke mayînde û çareseriyê nayê îlan kirin? Hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kîjan gav avêtine?"

Dewleta Tirk mîna dizê zîrek hewl dide bi ser bikeve. Tevî ku tu caran agirbestên ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatin îlankirin li ber çavan negirtin û pêwistiyên wan bicîh ne anîn jî; dema ku Tevgera Azadiya Kurd got li dij tevkujiya çandî û bendên bi armancên leşkerî tên avakirin û li dij êrîşên tevkujiya siyasî wê mafê bersivdayinê bikar bîne bi gotinên; "em li dij tehdîdan serî na tewînin"dest qebadaytiyê dikin. 

Ev diyar e ku dewleta Tirk tu caran li gor pîvanên agirbestê tevnegeriya. Di destpêkê de bi lez dayina çêkirina qeleqolan re niyeta xwe nîşan dan. Tevî ku ev du sal û nîv e pêwistiyên agirbestê bicîh nayîne jî Tevgera Azadiya Kurd ji bo gavavêtina di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de derfet amade kirin. Lê belê tevî vê rewş û derfetên heyî jî hikûmeta AKP'ê gav neavêtin. Di vê rewşê de divê ji hikûmeta AKP'ê bê pirsîn; agirbest ji bo çi tê îlan kirin? Gelo agirbest ji bo derfet dayina aştiyeke mayînde û çareseriyê nayê îlan kirin? Hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kîjan gav avêtine? Bêyî demagojiyê divê bersiva vê yekê were dayîn. 

Ev du sal û nîv e yê ku vê agirbestê didomîne Rêberê Gelê Kurd e. Eger li ser vê rêbertiyê tecrîdeke giran heye, ji bo mîna sermuzakerevan derfetên ku rola xwe bileyizê tinebin, piştî vê yekê dikare qala kîjan agirbestê were kirin! Her wiha Tevgera Azadiya Kurd gelek caran raxiste ber çavan ku hikûmeta AKP'ê bi kirinên xwe agirbest bi dawî kiriye. Li holê bi navê agirbestê tiştek ne maye. Eger heta niha şerekî wisa cidî rû nedabe, sedema vê yekê berpirsiyariya ku Tevgera Azadiyê li beramberî gelê me hîs dike ye; her wiha di vê çerçoveyê de dayîna derfeta çareseriyê ji bo dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ye. 

Tevgera Azadiya Kurd ji bo diyalogên li Îmraliyê bi Rêber Apo re pêk dihatin wergerin muzakereyê, tevî êrîşên bênavber yên AKP'ê û binpêkirina mercên agirbestê jî pêvajoya bêçalekîtî û bê şer domand. Bê guman dema Tevgera Azadiya Kurd ev rewşa bêçalakîtî meşand zehmetî kişandin. Hikûmeta AKP'ê helwesta tevgera me îstîsmar kir û kete nava amadekariyên şer. Tevî vê yekê jî bi sebra Tevgera Azadiyê û hewldanên Rêber Apo mutabaqata Dolmabahçeyê pêk hat. Hewldanen Rêbertiya me, sebr û fedakariya tevgera me di afirandina vê rewşê de roleke diyarker leyistin. Lîderê AKP'ê Tayyîp Erdogan xwe xista dewsa hikûmetê, hata bêyî ku bibe serok mîna serok tevgeriya û got, "alî jî tineye muzakere jî tineye, mase û pirsgirêka Kurd jî tinene" û bi vê yekê hemû hewldan û keda hatibû dayîn, vala derxist. Her wiha bi vala derxisitin û bêwatekirinê re agirbest jî qedand. Agirbesta ku beriya wê jî tine dihesiband û qedand bi şêwazekî êdî zindî nebe, binax kir. 

Agirbest ji bo mutabaqata Dolmabahçeyê û muzakereyên li ser heman bingehî hene. Eger pêwistiyên mutabaqatê pêk neyên û muzakere neyên destpêkirin kî dikare qala hebûna agirbestê bike? 

Mîna ku her kes bû şahid Tevgera Azadiya Kurd tevî hemû provokasyonên AKP'ê jî beriya hilbijartinê sebir kir. Di hilbijartina ku di vê pêvajoyê pêk hat de polîtîkayên AKP'ê hatin redkirin; îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê derkete holê.  Gelo encamên hilbijartina Kurdistanê ne peyameke vekirî ye? Eger yek ji partiyan ne di nava bicîhanîna pêwistiya wê, nîşandana îrade û çalakiya pêkanîna vê yekê de be, wê demê çima hilbijartin pêk hatin. Tevgera Azadiya Kurd dixwaze pêwistiyên îradeya ku di encama hilbijartina de derkete holê, werin bicîh anîn. Lê belê ev yek pêk nayê, eger hêna jî AKP polîtîkayên beriya hilbijartinê didomîne, di vê rewşê de kî dikare ji Tevgera Azadiya Kurd hêvî bike ku li rewşê temaşe bike. 

Nabe ku kes gelê Kurd û îradeya wî jinedîtî ve were. Li Dolmabahçeyê mutabaqatek derkete holê. Êdî rewşeke ji wê paşketîtir kes nikare bi Tevgera Azadiyê bide qebûl kirin. An yekser wê muzakere destpê bikin, an jî gelê Kurd wê polîtîkayeke bi tenê ya demogojîk jî qebûl neke. Êdî her roja ku muzakere tine bin tê wetaya şerê taybet ê li dij gelê Kurd. Eger ev hikûmeta şerê taybet, an hikûmeta şerê taybet ê germ be jî ferq nake.  

Heta azadiya Rêber Apo û mercên muzakereya azad neyên afirandin kes nikare qala agirbest û pêvajoya çareseriyê bike. Bila kes gelê Kurd nexe dewsa ehmeqan. Tecrîda li Îmraliyê sedema şer e. Êdî bi çûyîna kesek du kesan a Îmraliyê jî tecrît ji holê ranabe. Rêberê gelekî li Îmraliyê ye. Ev rêbertî sermuzakerevanê gelê Kurd e. Eger tê xwestin pirsgirêk çareser bibe divê di mercên wekhev de bi vê Rêbertiyê re muzakere bên kirin. Eger ev pêk neyê bila kes bi şêwazekî demagojîk qala pêvajoya çareseriyê û çareseriyê neke. Bila kes kesî nexapîne. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tişta were kirin diyar e. Mijarên ku di mutabaqatê de hatin qebûlkirin divê li meclîsê bikevin bin ewlehiya destûra bingehîn û qanûnan, her wiha ji bo pêkhatina van tevan agirbesteke tehkîmkirî!

Hikûmeta heyî û ya were sazkirin eger ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd îradeya bi Rêber Apo re muzakereyan bimeşîne nîşan nede wê tiştek neyê guhertin. Di hikûmeta şerê taybet a li dij gelê Kurd were avakirin de, beşdarên vê hikûmetê kî dibe bila be vê yekê ne gelê Kurd ne jî Tevgera Azadiyê qebûl nake.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat