BI DÎMEN

'Ji ber êrîşên PDK'ê tevlî refên gerîla bûm'

Gerîla Rustem Qendîl ê ji Rojavayê Kurdistanê, bal kişand ser zextên PDK'ê yên li hemberî Rojavayiyên ji ber şer koçî Başûr kirine û destnîşan kir ku ew li dijî êrîşên PDK'ê tevlî refên gerîla bûye.

Gerîla Rustem Qendîl ê ji Rojavayê Kurdistanê, bal kişand ser zextên PDK'ê yên li hemberî Rojavayiyên ji ber şer koçî Başûr kirine û destnîşan kir ku ew li dijî êrîşên PDK'ê tevlî refên gerîla bûye.

Gerîlayê bi navê Rustem Qendîl ê ji Rojavayê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê kir, zextên rêveberiya wargehê û asayîşa ser bi PDK'ê ya li wargeha Xoştepe ya Hewlêrê, ji ANF'ê re vegot.

Qendîl got, "Ji ber şerê dijwar, bi hevser û du zarokên xwe re me ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê kirin. Em li wargeha Xoştepe ya bajarê Hewlêrê bicih kirin. Ev du sal in em li wir in, lê ev du sal in zextên rêveberiya wargehê û endamên asayîşê li ser gelê me kêm nebûne.
Ez li ser van zext û êrîşan tevlî nava tevgera PKK'ê bûm. Ji ber ku di nava refên PKK'ê de me gelekî kêfxweşim û gelekî serbilind im. Nîqaşên ku wek 'PKK mirovan bi zorê derdixîne çiyê',  derew in. Ez jî hevalên min jî em bi xwesteka hatin çiyayên Kurdistanê." 

Rustem Qendîl bal kişand ser zextên Rêveberiyê Heremê ya Başûrê Kurdistanê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Birayê hevsera min di nava refên YPG'ê de li Til Berakê şehîd ket. Piştre rêveberiyê wargehê gazî min kir. Ez çûm û ji min re got 'çi bûye', min jî got 'birayê hevsera min li Til Berakê şehîd ketiye'. Wan jî gotin çênabe tu li her derê vê gotûbêj dikî û kaxiza min a îkametgahê ji min stendin. Dûre min ji xwe re cihekî kar vekir birayê rêveberiyê wargeha Xoştepe endamê Asayîşê bû, hat bi min re axivî. Di encamê ew jî ji destê min girt. Asayîşê cihê min ê kar jî girt. Di encama hewldanên me de cihê kar dîsa vekir. Lê vê carê ji min re gotin ku divê di nava mehekê de 300-400 dolarî bacê bidim."

Qendîl anî ziman ku zexta li wan dihat kirin ne tenê ev bû û got, "Her tim dihatin ji min re digotin, 'tu çima civatê kom dike? Tu propaganda Apoyiyan dike! Min jî li gorî wê bersiv dida. Min serî netewand li hemberî van êrîşan. Îkametgahê min ji min stendin. Min nedikarî ji wargehê derbikevim. 15 rojan ez derneketim derve ji bo kar bikim. Bi rastî jî êrîşek fetisandin li ser me pêk dihat ji aliyê rêveberiya wargehê û hêzên asayîşê ve. Me bi sînor kirin di wê wargehê de. Em nekarin tiştek bikin. Me serî li dozgeriyê da lê ew jî bê encam ma. Êrîşeke wisa tepisandinê hebû li ser me. Me aciziyê xwe ji wezaretê re jî ragihand lê ew jî encam neda. Yanî min li wir dît gelê me yê Rojava yê koçî Başûrê Kurdistanê bûye, di rewşeke xetere de ne. Bi wan re hatiye lîstin. Adeta ew ji Kurdîtiyê derxistine. Girtine bin destên xwe û li gorî xwe dixebitînin. Min ji bo rizgariya xwe, xwe spart tevgera PKK'ê. Li hemberî van êrîşan ez tevlî PKK’ê bûm. Ez ji bo ku di nav refên PKK’ê de me gelek kêfxweşim û gelekî serbilind im."

Qendîl herî dawî behsa nîqaşên wek 'PKK’ê mirovan bi zorî direvîne' kir û wiha peyivî; "Em Rûdaw dawetê wargehên Kurdên Rojava dikim ku biçin rewşên penaberan bîbînin ku di çi rewşê de ne bila bibînin. Gelê Rojava li Başûrê Kurdistanê ji ber van êrîşan perîşan bûne. Kesek jî min bi zorî neanî vir. Ez bi daxwaza xwe, bi xwesteka xwe hatim vir. Kesek jî kesî bi zorî nayne li van deran. Her kes bi xwesteka xwe tê van çiyan. Ev nîqaşên ku tên kirin wekî 'PKK’ê gel direvîne ser çiyê, bi zorê tîne' ne rastin. Ez bi temenê xwe ya 40 salî bi xwesteka xwe hatim û hemû hevalên min jî bi xwesteka xwe hatine van çiyan."