'Bûyera li Erdexanê êrîşeke plankirî ya artêşa Tirk e'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel da xuyakirin ku êrîşa li hemberî sivîlên ji Gundikê Golan ê Erdexanê diçûn zozanan, êrîşeke artêşa Tirk a plankirî ye.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel da xuyakirin ku êrîşa li hemberî sivîlên ji Gundikê Golan ê Erdexanê diçûn zozanan, êrîşeke artêşa Tirk a plankirî ye.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel da xuyakirin ku êrîşa li hemberî sivîlên ji Gundikê Golan ê Erdexanê diçûn zozanan, êrîşeke artêşa Tirk a plankirî ye.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, der barê bûyera li navçeya Erdexan Golanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Weke Hêzên Parastina Gel me geleke caran dabûn xuyakirin ku ji bo her şêwe êrîşên gengaz ên li dijî qadên gerîla bişikînin û pûç bikin, em ê mafê parastina rewa bi awayekî bi bandor bi kar bînin. Bi heman biryardarî û nêzîkatiyê re bersiv ji operasyona artêşa Tirk a li navçeya Erdexan Golanê re hat dayîn. Ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku ji bo li herêmê şerekî bi vî rengî dernkeve hêzên me yên gerîla gelekî bi hesas û nêzîkatiyeke hişyarkirinê tevdigerin. Lê belê artêşa Tirk a tevî vê nêzîkatiyê jî dawî li êrîşên xwe neanî, li gelek qadên gerîla ketiye nava hewldanên bi vî rengî."
Fermandariya Biryargeha Navendî da xuyakirin ku ji saet 13:00 ê 11'ê Tîrmehê û pê ve artêşa Tirk li herêma Şehîd Sîdar a navçeya Erdexan Golanê dest bi operasyonê kiriye û got, "Ji êvara 11'ê Tîrmehê heta sibeha 12'ê Tîrmehê pêgerên hewayî yên keşfê li ser herêmê bê navber geriyane. Danê sibehê saet di 08:00 de artêşa Tirk bi sê maşînên leşkerî yên bi tîpa akrep hatin qada Şehîd Sîdar cihê hêzên me yên gerîla û xwest êrîşî hêzên me bike. Di cih de hêzên me bersiveke bi bandor dane vê operasyonê û di şer de 3 endamên Tevgera Taybet hatine kuştin. Saetek piştî bûyerê, hêza Tevgera Taybet ji bo teqwiyeyê bi mînîbuseke bi tîpa transît hatine cihê bûyerê û ketine nava şer. Di encama çalakiya hişyariyê ya bi bandor de ev mînîbûs hatiye rûxandin. Di vê wesayîta hat îmhakirin de gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûne. Lê belê hejmara wan nehatiye zelalkirin. Artêşa TC a ku li ser du girên bi navê Koroglû yên li herêma Şehîd Sîdar bi cih bûne, operasyona xwe ya li vir hînê dewam dike."
Daxuyaniya Fermandariyê bi vî rengî dewam kir:
"Artêşa Tirk, di sibeha 11'ê Tîrmehê saet di 08:30 de gule li wesayîteke sivîl a ji gundiyên Gundikê reşand, ku gundî derdiketin zozanan. Di vê êrîşê de welaparêzekî me yê hêja hat qetilkirin û du sivîl birîndar bûn.
Ji saet û dema vê êrîşê jî tê fêmkirin, ku ev bûyer êrîşeke cuda û plankirî ye. Ev xebatên provokasyonê yên bi taybetî ji bo çavtirsandina gelê me yê Serhedê tên kirin, ji ber hesasiyeta gelê me û derdorên pêwendîdar li pêvajoyê û nêzîkatiya hêzên me yên gerîla yên her şêwe êrîşên tevdan û komplowarî pûç dikin, nagihêjin armanca xwe. Nûçeyên bi agahiyên derew tên weşandin nîşan didin ku ji niha û pê ve wê êrîşên bi vî rengî zêde bibin. Divê were zanîn, li dijî her şêwe êrîşên li hemberî gelê me, li hemberî propagandayên reşkirinê û êrîşên li dijî hêzên me yên gerîla, mîna her demê em ê bi biryardariyeke mezin mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin."