BI DÎMEN

'Em alîkariya ji bo xwişk û birayên xwe yên Rojava bidomînin'

Şaredariya Êlihê di çarçoveya kampanyaya, “Fitre û zekata me ji bo gelê Kobanê” alîkariyên hatin komkirin ji bo bigihêjin gelê Kobanê hatin rêkirin.

Şaredariya Êlihê di çarçoveya kampanyaya, “Fitre û zekata me ji bo gelê Kobanê” alîkariyên hatin komkirin ji bo bigihêjin gelê Kobanê hatin rêkirin.

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr bi Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Rojda Surucu, Hevşaredarên Rêxistina DBP’ê ya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Candemîr û endamên meclîsa şaredariyê re beriya ber bi Kobanê re bikeve rê daxuyanî da, ji ber nêzîkatî û hestyariya gelê Êlihê ji bo Kobanê Êlihî spas kir. Ozdemîr bang li gelê Êlihê kir ku alîkariya ji bo gelê Kobanê bidomînin û got: “Yekîtiya gelê Kurd a bi berxwedna Kobanê re derket holê nîşaneya kongreya neteweyî ye.”

Di çarçoveya kampanyaya ev meheke didome 2 TIR û 3 kamyon alavên jiyanî ji bo gelê Kobanê rêkirin. 

...