Tecrîd hat şermezarkirin, ji Ocalan re azadî hat xwestin

Protestokirinên têkildarî şert û mercên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên didomin. Li Nisêbîn, Şemzînan, Semsûr û Agiriyê gel tecrîd lanet kir û ji Ocalan re azadî xwestin.

Protestokirinên têkildarî şert û mercên tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên didomin.  Li Nisêbîn, Şemzînan, Semsûr û Agiriyê gel tecrîd lanet kir û ji Ocalan re azadî xwestin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê komek ciwan bi boneya şermezarkirina tecrîda li ser Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî bike çalakî li dar xist. Çalakî li ser pira Ahmet Kaya ya di navbera taxên Devrîm û Firatê de pêk hat. Ciwanan li ser rê barîkatên bi keviran danîn û rê li trafîkê girtin. Ciwanan bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Apo ne” û “Bê Serok jiyana nabe” berz kirin. Piştî demek kurt polîs bi wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û bi awayekî çavsorî bi gazên bombeyî êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir, fişekên hewayî xwe parastin. Ji ber êrîşa polîsan di navbera ciwan û polîsan de şer û pevçûn derket.

Ligel ku polîsan bi hezaran gazên bombeyî bê serûber avetin derdorê û ciwanan heta derengiya şevê bi polîsan re şer kirin. Li Kolana Şîrîn şer û pevçûn dijwar bûn û kuçe veguherin qada şer. Welatî ji ber gazê bi bandor bûn û bertek nîşanî polîsan dan.

 Di dema polîsan de bi awayekî çavsorî gazên bombeyê diavêtin kuçeyan, polîsê bi navê Yusuf Uşma yê ku bênavber gaz diavêt kûçeyan bi guleya çekê ji lingê xwe birîndar bû. Piştî polîs birîndar bû ambûlans hate cihê bûyerê. Ambulansa ku polîsê birîndar dibir nexweşxaneyê li ket qerexê Çemê Çaxçaxê û demekê li wir asê ma. Piştî ambulans ji wir hat rizgarkirin polîsê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û piştî mudaxeleya ewil sewqî nexweşxaneya Mêrdînê kirin.

Piştî birîndarbûna polîs, polîsên din taxên Firat û Abdulkadîr Paşa xistin bin dorpêça xwe û derketin nêçîra zarok û ciwanan. Di dema dorpêçê de 3 zarokên navê wan ne hate zanîn hatin binçavkirin. Di encama êrîşên bi gazên bombeyî de li kuçeya Kanî ya taxa Firatê qirşikên pempo yên welatiyan ji ber bombeya gazê şewitî. Ekîbên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û mudaxeleyî şewatê kirin. Berxwedana ciwanan a li hemberî êrîşa polîsan heta derengiya şevê domiya û piştî polîs vekişiyan pevçûn bi dawî bû.

COLEMÊRG

DBP û HDP’a Şemzînanê  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şemrezar kir.  Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan û hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz jî beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê DBP’a Şemzînanê Davut Evîn daxuyanî xwend û diyar kir ku Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir de bi parêzerên xwe re û ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî bi  heta Îmraliyê re hevdîtinan nake.Tecrîd nayê qebûlkirinê.  Ocalan nekare têkildarî geşedanên dawî de nêrînên xwe vebêje. Ev gelek xetere. Ocalan berdekvê pêkhateyên tevgera azadiyê û gelê Kurde.” Daxuyanî bi çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.

SEMSÛR

Li Semsurê jî taxa Kayapinarê bi sedan kes li ber Konê Kobanê hatin cem hev û bi pêşengiya KJA’yê meşek pêk hat. Pankara ‘ji tecrîdê re bes’ hat vekirin û parlemenerê HDP’ê yê Semsurê  Behçet Yildirim û rêveberên HDP, DBP, Egîtîm Sen, ÎHD, SES, Kurdîder, Dem-Genç’ê beşdar bûn. Meşê heta ber avahiya AKP’ê berdewam kir û daxuyaniyek li ber AKP’ê hat dayîn. Hevseroka HDP’ê ya Semsurê Fahriye Akbaba axivî û got azadiya jinan bi azadiya Ocalan pêkane.  Parlamenter Yildirim jî got tecrîd li dijî îradeya yekîtiya gelane.

AGIRÎ

Li Agiriyê jî bi heman armancê meşek ji sûka navendê heta avahiya DBP’ê pêk hat.  Parlamenterên Agiriyê Dirayet Taşdemîr û Mehmet Emîn Îlhan, hevşaredarên Agiriyê, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û gelek kes beşdar bûn. Di dawiya daxuyaniyê de Mehmet Emîn Îlhan axaftinek kir û got ew tecrîda ser Birêz Abdullah Ocalan niyeta AKP’ê nîşan dide.