BI DÎMEN

Ji Heskîfê ‘Avêtina Mezin’

Bernameya ku di bin navê ‘Herikîna azad a çeman, aştiya çeman a bi mirovan re’ ‘Avêtina Mezin’ li her derê cîhanê pêk tê û li Heskîfê jî pêk hat.

Gelek aktîvîstên xweza û derdorê yên ji bajarê cuda yên Kurdistanê hatin, çêkirina bendavan protesto kirin.

Di bi navê ‘Avêtina Mezin’ ya di 2005’an de li Ewropayê dest pê kir û li gelek deverên cîhanê pêk tên de, welatiyên ketin çeman, li dijî ziwankirina çeman û xeniqîna di avên bedavê de  çalakiyên protestoyî pêk anîn.   Li Çemê Dîcle ya bi xetereya bendava li Êlihê tê çêkirinê re rû bi rûye, ‘Avêtina Mezin’ pêk hat. Çalakiya bi pêşengiya Hewldana Jiyandina Heskîfê pêk hat de bendav û HES’ên li Kurdistanê tên çêkirin, hatin protestokirin. Gelek aktîvîstên komeleyên xwezayê yên herêmê beşdarî çalakiyê bûn, li hember Çemê Dîcle pankart hatin vekirin, destê xwe dan hev û balkişandin ser karaseta xwezayî ya ku bendava Ilisuyê wê Heskîfê di bin avêde bihêle. Li ser navê Hewldana Jiyandina Heskîfê Dr. Veysî Aydan axaftinek kir û got: “Em zîhniyeta ku mîrateya mirovahiyê û çemê Dîcle xwedî dike, Heskîfê, di bin avêde dihêle protesto dikin.”

Ayhan têkildarî çalakiyê de agahî da û got: “Destê xwe ji xwezaya me rakin. Em zîhniyeta ku Heskîfê di bin avêde dihêlin şermezar dikin. Ev nêzîkatî ji ya DAIŞ’ê ne cudatire. Heskîf ji 10 krîterên mîrateya cîhanê 9 heban dihundirîne. Geliyê Dîcleyê bi tinebûnê re rû bi rû ye.”

Hat gotin ku wê di rojên pêş de ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê bikeve Lîsteya Mirateya Cîhanê ya  UNESCO’yê wê çalakiyên cuda pêk bînin.

 

...