Rewşa Morkoç ê ji aliyê leşkeran ve hat birîndarkirin giran e

Xeteriya jiyana Sabrî Morkoç ê li Goleyê di êrîşa leşkeran de birîndar bû, didome. Tê payîn ku Kamber Morkoç ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye jî bê definkirin.

Xeteriya jiyana Sabrî Morkoç ê li Goleyê di êrîşa leşkeran de birîndar bû, didome. Tê payîn ku Kamber Morkoç ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye jî bê definkirin.

Li navçeya Gole ya Erdexanê, mînîbusa ku malbata Morkoç têde bû û diçûn zozanan ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin. Sabrî Morkoç yê bi giranî birîndar bû xetereya wî ya jiyanê didome.

Ji malbata Morkoç 6 kes di mînîbusê de bûn.  Sabrî Morkoç ê gule li zikê wî ket û roviyên wî parçe kir, hat emeliyatkirin û hat hînbûn rakirine Beşa Lezgîn a Cerahiya Giştî.

Her wiha tê payîn ku Kamber Morkoç ê jiyana xwe ji dest daye jî li Gundikê ya Goleyê bê definkirin.