Gel zarokên xwe ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin
Şervanê YPG’ê Aykan Cengîz li Erdîşa Wanê, Mustafa Turhan li Qerqeliya Wanê, Osman Atmaca li Kopa Mûşê, gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Ozyolcu li Panos a Agirî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Şervanê YPG’ê Aykan Cengîz li Erdîşa Wanê, Mustafa Turhan li Qerqeliya Wanê, Osman Atmaca li Kopa Mûşê, gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Ozyolcu li Panos a Agirî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Şervanê YPG’ê Aykan Cengîz (Firat Mêrdîn) li Erdîşa Wanê, Mustafa Turhan (Mervan Ozalp) li Qerqeliya Wanê, Osman Atmaca (Zinar Şoreş Serhat) li Kopa Mûşê, gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Ozyolcu (Azad Agirî) li Panos a Agirî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Akan Cengîz (Firat Mêrdîn) ê 27’ê Hezîranê li gundê Mişêrfê yê Girê Spî di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û MEYA-DER ve ji Silopiya hat wergirtin û anîn navçeya Erdîş a Wanê. Cenaze li ser rêya Bedlîs-Wan ji aliyê sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û anîn Taxa Yeşîlova ya Erdîşê. Gel li ser rê cenaze bi nîşaneyên serketinê û tiliyan silav kirin. Cenazeyê Cengîz ku anîn malê piştî hineya dayika wî amade kiribû li destê wî kirin, cenaze bi meşeke 5 kîlometreyan a ji Taxa Yeşîlova heta Goristana Seyîd Muhammed a Erdîşê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê şervanê YPG’ê Cengîz spartin axê.
Piştî rêzgirtinê, Hevserokê MEYADER Şaxa Wanê Îbrahîm Alkan got, Divê gelê me xwedî li vê berxwedana bi rûmet a van mirovên bi rûmet derkeve û têkoşînê bilind bikin.”
Bav Mehmet Emîn Cengîz jî got, "Di nav me de kesên deng didin AKP’ê hene. Hê jî kesên piştgiriyê didin AKP’ê hene. Aşkera ye ku di berxwedana Rojava de, AKP piştgiriyê dide DAIŞ’ê, çekan dide qatilên ku zarokên me qetil dike.”
Piştî axaftinan girse çû Taxa Yeşîlova û sersaxî ji malbatê re xwest.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mustafa Turhan (Mervan Ozalp) ê ji Rihayê hat wergirtin, anîn Taxa Dercement a navçeya Qerqelî ya Wanê. Cenaze li herêma Anzaf li ser rêya Wan-Qerqelî ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtan hat pêşwazîkirin. Cenaze di ketina taxê de ji aliyê hezaran hat pêşwazîkirin. Cenaze bi dûayan hat defnkirin û deqeyek rêzgirtin pêk hat. Rêveberê MEYADER Şaxa Wanê Cemal Sezgîn ê li vir axivî got, “Hemû cîhan dizane ku ev qehreman ji bo hemû gelan şer dikin û canê xwe feda dikin. Em ê girêdayî têkoşîna wan bin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Remzî Ozgokçe jî got ku wê li hember zîhniyeta tekperest û yên şer dixwazin timî aştiyê bixwazin.
Piştî axaftinan dûa hatin xwendin, ji bo malbatê sersaxî hat xwestin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Osman Atmaca (Zinar Şoreş Serhat) ê 27’ê Hezîranê li bajaroka Eyn Îsa ya Rojava di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji Deriyê Sînor ê Xabûr hat wergirtin û anîn bajaroka Rustemgedîk a navçeya Kop a Mûşê. Tabûta cenazeyê Atmaca bi alên YPG’ê xemilandî di ketina navçeyê de bi dirûşman ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin, heya Mizgefta Navendê li ser milan hat hilgirtin. Bavê şervanê YPG’ê Atmaca, Resûl Atmaca yê di merasîmê de axivî û diyar kir ku kurê wî “Şehîdê Kurdistanê ye”, bi kurê xwe serbilind e û kesên tevlî merasîmê bûne silav kir.
Xalê şervanê YPG’ê Atmaca Kemal Atmaca jî got ku şervanên keç û xortên qehreman ên gelê Kurd li Şengal, Rojava, Kobanê, hebûna Kurdan bi cîhanê dan qebûlkirin.
Hevşaredarê Rustemgedîkê Abdullah Aydin jî diyar kir ku hêzên Kurdistan kirine çar parçe îro li Rojava li ser gelê Kurd lîstîkên qirêj dilîzin, weke berê, wê îro jî lîstikên wan ên qirêj ji aliyê gelê Kurd ve vala bêne derxistin.
Piştî axaftinan cenazeyê Atmaca li ser milan birin goristana bajarok û li wir bi dirûşman hat definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Ozyolcû (Azad Agirî) yê li Şengalê li hember hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da ji Deriyê Sînor ê Xabûr hat girtin û anîn gundê Miç ê navçeya Panos a Agirîyê. Cenazeyê Ozyolcû li navenda Panosê hat pêşwazîkirin û bi konvoya sedan wesayîtan ber bi gundê Miç ve hatin rêkirin. Tedbîra zêde ya polîsan jî bal kişand, di konvoyê de parlamenterên HDP’ê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî cih girtin. Girseya ku bi dirûşman ket gund ji vir jî derbasî goristana gund bû. Piştî nimêja cenaze, cenazeyê Ozyolcû yê HPG’yî bi dûayan hat definkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê MEYADER Şaxê Panosê Hamdullah Kiliç anî ziman ku, zarokên Kurd her roj ji bo xak û rûmeta xwe canê xwe feda dikin.
Bavê gerîlayê Ozyolcû yê HPG’yî Alî Ozyolcû jî got, “Azad ji bo gelê Kurdistanê çû û şehîd bû.” Parlamenterê HDP’ê yê Agirîyê Mehmet Emîn Îlhan jî diyar kir ku, Tirkiye piştgiriya tam dide çeteyên DAIŞ’ê û AKP li her cihî dixwaze gelê Kurd tine bike.
Piştî axaftinan girse ji goristanê derbasî cihê taziyê yê gund bû.