'14'ê Tîrmehê: Serketina mezin a dil û îradeyê'

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Yilmaz Daglûm got, "Kenan Evren bi gotina 'li vê derê mirovên welê hene ku tu serê wan jê bike, dest ji doza xwe bernadin' neçar maye li serketina îdeolojîk a Xeyrî, Kemal û Mazlûman mukur bê."

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Yilmaz Daglûm ê di berxwedana 14'ê Tîrmehê de cih girt got, "Kenan Evren bi gotina 'li vê derê mirovên welê hene ku tu serê wan jê bike, dest ji doza xwe bernadin' neçar maye li serketina îdeolojîk a Xeyrî, Kemal û Mazlûman mukur bê."

Berxwedana rojiya mirinê ya mezin a dîrokî ya di 14'ê Tîrmeha 1982'an de bi kadroyên pêşeng ên PKK'ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz destpê kir, weke mîlada têkbirina plan û projeyên darbekarên faşîst ên 12'ê Îlonê yên ji bo tinekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd, cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Yilmaz Daglûm ê di pêvajoya 82'an de li zîndana Amedê di berxwedana 14'ê Tîrmehê de cih girt û ev pêvajo bi xwe jiya, pêvajoya berxwedanê û ruhê berxwedanê ji ANF'ê re nirxand.

Yilmaz Daglûm destnîşan kir ku zîhniyeta faşîst li cihê ku herî zêde xwe lê xurt didît têk çûye û got, "Kenan Evren bi gotina 'li vê derê mirovên welê hene ku tu serê wan jê bike, dest ji doza xwe bernadin' neçar maye li serketina îdeolojîk a Xeyrî, Kemal û Mazlûman mukur bê."

'XWESTIN HÊVIYA VEJÎNA KURDAN TÊK BIBIN'

Daglûm diyar ku gelê Kurd bi PKK’ê re xwedî li nasname, nirxên xwe derket û darbekarên 12’ê Îlonê xist nava fikaran. Daglûm di şexsê cangoriyên 14’ê Tîrmehê de kesên li Kobanê û Girê Spî jiyana xwe ji dest dane bibîranî û got: "Divê ruhê 14’ê Tîrmehê baş bê fêmkirin. 14’ê Tîrmehê çibû, çima pêk hat û encamên wê çibûn? Di şexsê sempatîzan û kadroyên PKK’ê yên li Hejmara 5 a Zîndana Amedê dihatin ragirtin de dixwestin hêviyên vejîna Kurdan têk bibin. Piştî serhildana Agiriyê ya 1930’î hat çewisandin, di rojnameya Cumhuriyetê de karîkaturek hatibû weşandin. Li Çiyayê Agirî gorek hebû û li ser gorê jî nivîsek hebû. Yanî Kurdistana xeyalî li wir çal kiribûn.  Lê bi Rêber Apo re ev hat parçekirin. Gelê Kurd bi PKK’ê re xwedî li azadî, nasname û nirxên xwe derket. Vê jî hemû hucreyên înkar, faşîzan û nîjadperestiya T.C’ê xist dewrê û tinekirin hedef girtin. Wek faşîst Kenan Evren jî di bîranînên xwe de vedibêje 'Em bi helîkopterê li ser Heweg-Sêwregê derbas dibûn me biryara darbeyê da’ û ev jî tirsa wan nîşan dida. Di dîroka 200 salî ya dawî ya Kurdistanê de di hemû serhildanan de bi zîndanan re roleke girîng hat lîstin."

'PÊŞÎ LI ÇEWISANDINA SERHILDANA 29. HAT GIRTIN'

Daglûm di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedanên beriya berxwedana 14’ê Tîrmehê û got: "Ev çalakiyên, ji şexsiyetên îxanetkar re bêje êdî bes e bû. Ev rojiya mirinê ya bi gireva birçîbûnê ya di Çileyê 1982’ande hat destpêkirinê bû.  Piştre çalakiya mezin ya heval Mazlûm hebû. Li dijî xiyanetê sekinî û bedena xwe da ber agir.  Piştî vê di Gulana 1982’an de çalakiya Çaran pêk hat. M. Hayrî Dûrmûş heta roja çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê li dadgehê aşkera kir, di her firsedê de îdeolojiya PKK’ê, felsefeya Rêber Apo, bername stratejî û taktîkên wî li dadgehê vegot. Hewl da ji hemû sûcdariyên ku îtîrafkar, sîxur, dozger û çeteyan li PKK’ê dikir re bibe bersiv. Vê peywira dîrokî pêşî li çewisandina serhildana 29. a Kurdan girt. Berxwedana 14’ê Tîrmehê berpirsyariyên hincetên wê dîroka mezin  bi layîqî anî cih. Wisa bû ku Hayrî, Kemal, Alî, Akîf û hevrêyên din bi hêza îmanê li ser piya bûn. Ew heval hestî û post mabûn.  Gelek kes ji bo neçin dadgehê çi ji destê wan dihat dikirin. Ji ber ku di dema çûyîn û hatinê de rastî îşkenceyên mezin dihatin.  Lê heval Kemal û Hayrî ji bo PKK’ê û vî gelî bê parastin nehêlin  gotin; 'Em endamên Komîteya Navendî a PKK’ê ne. Eger hûn me ji hemû çalakiyên PKK’ê berpirs dibînin, wê demê em dixwazin bi hemû komên PKK’ê re derkevin dadgehê.'  Divê ev doz bihata parastin û mêtîngerî li van dadgehan bihata darizandin. Roja M.Hayrî Dûrmûş îqna bû ku ev peywir aniye cih, çalakiya xwe îlan kir.  Piştî şehadeta hevalan  Kenan Evren li qada Deriyê Çiyê ya Amedê mîtîngek kir û tiliya xwe dirêjî Baglarê kir û got; 'li vê derê mirovên welê hene ku tu serê wan jê bike, dest ji doza xwe bernadin'. Bi vê gotina xwe re neçar maye li serketina îdeolojîk a Xeyrî, Kemal û Mazlûman mukur bê

'KURDAN BERXWEDAN BAŞ DIZANÎBÛN'

Yilmaz Daglûm ruhê têkoşîna berxwedana 14’ê Tîrmehê nirxand û diyar kir ku her kes niha ji bo têkoşînê derfet dixwaze û got: "14’ê Tîrmehê ne tenê ruhê berxwedanê bû. Di nava bêderfetiyan de, ruhê afirandin û qezenckirina serketina mezin bû.

Kurd berxwedanê baş dizanin. Lê divê hîn bikin ku bibin serketinê jî. Qehremanên 14’ê Tîrmehê ev pêk anîn û hişmendiya rê li ber serketinê vedike, afirandin. Niha her kes ji bo têkoşînê derfetê dixwaze.  Dersa herî mezin ya di 14’ê Tîrmehê de hatiye dayîn, ji bilî hêza îradeyê û dilê tazî ti tiştek tinebû û tevî vê dijmin hat têk birin."

'RÊBER APO ŞERT Û MERCÊN SERKETINÊ AVA KIR'

Di berdewamiyê de wiha hat gotin: "Rêber Apo bi paradîgmaya ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê re biriye serketinê. Rêber Apo di rojên ewil ên esaretê de dikarî bikeve rojiya mirinê. Dikarî berê xwe bida terza çalakiyeke din. Hemû cîhanê belkî dikarî çepik ji vê re lê bida. Lê Rêber Apo dizanîbû ku ev wê bibe dubare. Mazlûman, Kemalan, Hayriyan ji xwe ev gihandibû serketinê.  Rêber Apo ev esas girt. Niha Rêber Apo di sala 17 de di bin tecrîdê de ye. Ev jî tê wateya ku Rêber Apo bersivek mezin daye pêvajoyê, pergalek nû afirandiye. Paradîgmaya alternatîf afirand. Yanî ne tenê serketina polîtîk, şert û mercên serketina civakî ava kir. Li dijî çavsoriya netewe-dewleta înkar û faşzîmê  bi teza neteweya demokratîkbûnê, ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn derfet afirand. Di hedefa tecrîdê de tê xwestin ku îradeya tevgera demokratîk bê şikandin. Lê Rêber Apo bi berxwedana xwe li dijî modernîteya kapîtalîst, paradîgmaya modernîteya demokratîk bi pêş xist."

'DIVÊ EM LI GOR BERXWEDANA RÊBER APO ÇALAKIYAN PÊK BÎNIN'

Daglûm di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Divê terzên ku di mijara çalakiyên li hemberî tecrîdê de encaman dernaxînin, bên terikandin. Divê dest ji çalakiyên ku encamên nade bê berdan.  Divê em di rê û rêbazên têkoşînê de xwe bigihînin asteke li gorî berxwedana Rêber Apo. Daxuyaniyên çapemeniyê, grevê birçîbûnê.  Li gorî min divê çalakiyên ji vê xurtir pêk bên. Di vê şev û roj, havînê zivistanê her kes xwe baş rêxistin bike û têkoşînê bilind bikin. Di serî de tevgera jin û ciwanan, saziyên Kurdistanê, welatparêz, demokrat û şoreşger çalakiyên bi hişmend pêk bînin."