Meclîsa Azadiya Jinê ji bo pêvajoya çareseriyê wê hevdîtinan bike

Meclîsa Azadiya Jinê diyar kir ku ji bo jin bi hêz di pêvajoya çareseriyê de cih bigire û bibin xwedî rol û mîsyon wê heyetan ava bikin bi Qendîl, Îmrali, hikûmet, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtinan bikin.

Meclîsa Azadiya Jinê diyar kir ku ji bo jin bi hêz di pêvajoya çareseriyê de cih bigire û bibin xwedî rol û mîsyon wê heyetan ava bikin bi Qendîl, Îmrali, hikûmet, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtinan bikin. Li ser navê meclîsê Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê amadekariyên şer dike û jin çav û şopdarên pêvajoya çareseriyê ne. Bagriyanik anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û her du alî di nava şertên wekhev û azad de muzakereyan bike. Bagriyanik da zanîn ku ew dê têkildarê êrîşa leşkeran a li Erdexanê jî raporê amade bikin.

Meclîsa Azadiya Jinê têkildarî pêvajoya çareseriyê de li Mulkiyeler Bîrlîgî civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagiryanik, parlamenterên jin ên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Nursel Aydogan, Huda Kaya, endamên HDP-HDK'ê yên jin, KJA û aktîvîstên rêxistinên jinan ên Tirkiyeyê tevlî civînê bûn. Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik daxuyanî xwend û diyar kir ku şerê li Tirkiye û Rojhilata Navîn jiyana jinan dîl girtiye. Bagriyanik anî ziman ku Meclîsa Azadiya Jinan li dijî şer ew dê jiyanê biparêzin. Bagiryanik da zanîn ku tu hêz nikarin azadiya jinê dîl bigirin û dê bi hêz jinê û vîna jinê şer bidin rawestandin.

'AKP AMADEKARİYÊN ŞER DIKE'

Bagriyanik pêvajoya çareseriyê nirxand û got ku ji bo aştiyeke mayînde divê pêvajo bidome lê hikûmeta AKP'ê û hin derdorên din dxwazin vê yêkê xilas bike. Bagiryanik bilêv kir ku ji bo aştiyê dê hemû vîn û kedê nîşan bidin lê hikûmeta AKP'ê li hemberî vê yêkê amadekariyên şer dan destpêkirin. Bagiryanik destnîşan kir ku di pêvajoyên muzakere û aştiyê de têkoşîna azadiya jinê her tim bi hêz bû û rol û mîsyona jinan gelek girîng bû. Bagriyanik derbirî kir ku di vê çarçoveyê de Meclîsa Azadiya Jinan dê heyetan pêk bîne û dê bi Qendîl, Îmrali, rayedarên hikûmetê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtinê pêk bîne.

WÊ JIN BIBIN ŞOPDARÊ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ

Bagriyanik anî ziman ku dê ew ê li deriyê hemû jinên ku piştgiriyê bidin aştiyê bidin û wiha got: "Dê jin bibin şopdarê pêvajoya çaresiriyê muzakereya demokratîk. Ger em jin li aştiyê xwedî dernekevin em ê nikaribin li ked, nasname û xwezayê jî xwedî derbikevin. Wê jin di pêvajoya muzakereyê de sernavên ku bigirin dest esas bigirin û komên xebatên ava bikin."

'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN'

Bagriyanik diyar kir ku hikûmetek çawa tê avakirin bila bê avakirin, ew ê destûr nedin ku pêvajoya muzakereyê bigirin askyê û wiha dom kir: "Ji bo pêvajoya muzakereyê û aştiyê zelala bibe û bi civakî pêş bikevin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bê rakirin. Divê heyeta bi heyeta şopandinê ku bigihîje mutabakatê komîsyonên hevrû û heqîqetê bên avakirin. Her wiha em israra xwe ya ku jin jî bi temsilyetek wekhev tevli bibin dikin û em ê di vê bingehê de têkoşîna xwe mezin bikin."

'EM Ê DER BARÊ PROVOKASYONA ERDEXANÊ DE RAPORÊ AMEDE BIKIN'

Bagriyanik bal kişand ser buyera Erdexanê ku di encama gulebarandina leşkeran de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn û wiha got: "Li Erdexanê ne tenê duh 3 roj berê jî sewqiyata leşkerî û operasyon pêk hatin. Piştî me der barê buyerê de agahiyan girt bi Wezîrê Hûndir re hevdîtin pêk anîn. Lê ligeh hemû hîşyariyan leşker dizanibin ku welatî diçin zozanan û wan gulebaran kirin. Dixwazin vê bûyerê bikin stûyê PKK'ê û fikra PKK’ê agirbestê xera kiriye pêş bixin. Em ê dîsa wek jin li Erdexanê tiştên ku jiyîn di cih de bişopînin û rapora xwe pêşkeşî raya giştî bikin."