'Şehîdên meha Tîrmehê' li Bodensee hatin bîranîn

Li bajarê Elmanya Bodensee, 'Şehîdên meha Tîrmehê' bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Li bajarê Elmanya Bodensee, 'Şehîdên meha Tîrmehê' bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Di bîranîna li Navenda Civak Kurd de, welatiyên di komkujiya Sêwasê de hatin qetilkirin jî, bibîr hatin anîn. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin ku komkujiya Sêwasê ji bo qutkirina têkiliya navbera têkoşîna azadiyê û mûxalefeta Tirkiyeyê hatiye kirin û hat gotin, "Piştî wê rojê 5 hezar gund hatin şewitandin, 17 hezar mirov di kuştinên kiryar ne diyar de hatin qetilkirin."

Di axaftinên li bîranînê de hat destnîşankirin ku Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, ji çalakiyeke mora xwe daniye binê dîrokê wêdetir, destaneke dîrok diyar kiriye, ye û hat ragihandin ku 14'ê Tîrmehê agirê azadiyê hem li derve hem jî li hundir geş kiriye. Di bîranînê de 3. salvegera şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê jî hat silavkirin.