Şervanên YPG/YPJ’ê hatin oxirkirin
Şêniyên Qamişlo cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Şêniyên Qamişlo cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Şêniyên Qamişlo cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo û gundên wê cenazeyên şervanê YPG/YPJ’ê Mesûd Mihemed (Demhat Girbawî) ê 12’ê Adarê li gundê Til Nasir ya Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da, Canda Osman (Ahîn Qamişlo) a 7’ hizêarnê di pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest da û Gîvara Husên (Çiya Efrîn) ê 18’ê gulanê di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da ji Mala Gel a Taxa Enteriyê ya Qamişlo, wergirtin.
Girseya ku nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk, nûnerên Saziya Malatbên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî jî di nava de piştî wergirtina cenazeyên 3 şervanan, bi dirûşman ber bi goristanê derketin rê.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Piştî rêzgirtinê û merasîma leşkerî ku şervanên YPG/YPJ’ê lidarxistin, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Seroka Desteya Darayî ya Kantona Cizîrê Remziya Mihemed,li ser navê Meclîsa Êzîdiyên Şengalê Xadir Salih,li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl û li ser navê Malbata şervanê YPG’ê Gîvara Osman bavê wî, li ser navê malbata şervanê YPG’ê Demhat Girbawî dayika wî Cîhan Mihemed û li ser navê malbata Şervana YPJ’ê Ahîn Qamişlo jî axaftin hatin kirin kirin.
Di axaftinan de bang li hemû pêkhateyên Rojava hate kirin ku xwedî li ked û têkoşîna cangoriyan derkevin û di parastina herêmê de cihê xwe bigin û hate gotin ku destketiyên Rojava bi ked û têkoşîna cangoriyan hatiye bidestxistin.
Di axaftinan de her wiha hate gotin ku gelê herêmê êdî nema zordarî û zulmê qebûl dike û wê bi hemû hêza xwe di parastinê de cihê xwe bigin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.
Piştî axaftinan sicîlnê şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de canazeyên şervanan bi dirûşm û tilîliyan spartin axê.