Li Hesekê 4 çete hatin kuştin

Li başûrê Hesekê di encama operasyoneke li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 4 çete hatin kuştin.

Li başûrê Hesekê di encama operasyoneke li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 4 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî navenda bajarê Hesekê dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me duh li başûrê Hesekê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê operasyonek lidar xistin. Operasyon li hemberî nuqteyeke çeteyan a li taxa Xwêran a li başûrê bajêr pêk hat. Di encama vê çalakiyê de 4 endamên çete hatine kuştin."

YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Beriya niha der barê şerê 11'ê Tîrmehê yê li herêma Pira Spî ya li başûrê Hesekê de raya giştî hatibû agahdarkirin. 2 hevrêyên me yên di vî şerî de birîndar bûn, tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihîştin şehadetê."