Sewalên derbasî Kobanê bibin wê bên kontrolkirin

Desteya Çandiniyê ya Kobanê ji hemû welatiyên ku dixwazin sewalan bi armanca xwedîkirinê yan bazirganiyê derbasî kantona Kobanê bikin, pêwîst e bi biryar derbas bikin.

Desteya Çandiniyê ya Kobanê ji hemû welatiyên ku dixwazin sewalan bi armanca xwedîkirinê yan bazirganiyê derbasî kantona Kobanê  bikin, pêwîst e bi biryar derbas bikin. Desteyê destnîşan kir ku pêwîst e Sewal bên kontrolkirin û got ku kesên derveyî biryarê kar bikin wê rastî lêpirsîna qanûnî werin.

Desteya Çandiniyê ya Kantona Kobanê biryarnameyek weşand û diyar ku nabe ti kes sewalan bê destûr ji bo bazirganiyê yan ji bo xwedîkirinê derbasî kantonê bikin. Pêwîst e belgeyên xwe li gel Desteya Çandiyê çêbikin. Di beryarnameyê de her wiha hat destnîşankirin ku kesên bê destûr sevalan derbas bikin wê rastî lêpirsîna qanûnî werin.

Di biryarnameyê de ev xal hatin rêzkirin:

Destûra derbaskirina sewalan ji desteyê tê girtin

Destûrname ji Desteya Karên Hundir tê wergirtin

Cihê sewal jê hatine bê diyarkirin, aliyên derbas dike diyar be

Di biryarnameyê de hate gotin ku pezên derbas bibe, wê ji aliyê bijişkên beytar ve bêne kontrolkirin. Lêkolîna sewalên ku wê ji rojhilatê Kantonê derbas bibe li gundê Şêran û bi alîkariya Mala Gel a gund bê lêkolînkirin. Sewalên ji aliyê başûrê kantonê derbas bibe jî wê li gundê Til Xezal û bi alîkariya Mala Gel a gund ve bê kontrolkirin.

Biryarname wê ji 17’ê Tîrmehê de bikeve meriyetê û kesên li gorî biryarnameyê tevnegerin wê rastî lêpirsîna qanûnî werin.