Li Şengalê ji çeteyan hewldana êrîşê: 18 çete hatin kuştin
Li Şengalê piştî hewldana çeteyên DAIŞ’ê ya kemîndanîna li hember hêzên HPG û YJA Star şer derket 15 çete hatin kuştin.
Li Şengalê piştî hewldana çeteyên DAIŞ’ê ya kemîndanîna li hember hêzên HPG û YJA Star şer derket 15 çete hatin kuştin.
Li Şengalê piştî hewldana çeteyên DAIŞ’ê ya kemîndanîna li hember hêzên HPG û YJA Star şer derket 15 çete hatin kuştin.
Îro li Şengalê danê sibehê saet di navbera 04:00-05:00’an de li derdora gundê Gabara yê li quntarên Çiyayê Şengalê çeteyên DAIŞ’ê li hember komeke gerîla kemîn danîn. Hat diyarkirin ku gerîlayên HPG û YJA Starê ev hewldana êrîşî zû ferq kirin veguherî şer û pevçûneke demdirêj. Di encama şer de 15 û di panzereke ku koalîsyonê îmha kir 3 çete hatin kuştin.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê îro saetên sibê kemîn danîne pêşiya komeke gerîlayên HPG û YJA Starê. Piştî ku gerîlayan kemîn ferq kirin şerê rû da 7 saetan dewam kir. Fermandariyan got ku bi teqwiyeya hêzên gerîla û hêzên berxwedanê yên şer û pevçûnan nêzî 7 saetan rû dane û wiha hat gotin, “Di encama şer û pevçûnên dijwar de çete neçar man ji gundê Gabara û derdora wê vekişiyan.
Di şer û pevçûnan de bi zelalî 15, dîsa di panzera ku balafirên koalîsyonê îmha kirin 3 çete hatin kuştin. Her wiha hatiye tespîtkirin ku 2 çete birîndar bûne.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên gerîla çûne ser 11 cenazeyan, 3 çekên M-16 û 2 rext, 2 kleş, 1 tebence, 5 bêtêl, 1 telefon, 4 roketên B-7 û gule hatin bi dest xistin.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku di saetên destpêkê yên şer de gerîlayê bi navê Serdem Kobanê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di saetên ku şer dijwar bûn, ji 2 gerîlayên ji yekîneyên qut bûn hê agahî nehatiye girtin.
Hat diyarkirin ku gerîlayê jiyana xwe ji dest daye Mustafa Bozan Ferdî yê bi nasnav Serdem Kobanê yê li Kobanê ji dayik bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di berxwedana Gabara de cemaetên Êzîdî jî di şer û pevçûnên dijwar de cih girtine, hin cemaetan di dema şer û pevçûnan de vekişiyane û wiha hat gotin, “Dîsa di medyaya Başûrê Kurdistanê di nûçe û agahiyên bê bingeh û ne rast de tê gotin ku ev şer û encamên wê tenê hêzên pêşmergeyan pêk anîne. Ev helwesta sazî û dezgehên Başûrê Kurdistanê ku li hember hêzên me yên gerîla ne helwesteke bi rêz û hurmete.”