BI DÎMEN

Şervanê YPG’ê û gerîlayê HPG’ê li Qendîlê spartin axê

Şervanê YPG’ê Şêrwan Umer Resûl ê bi nasnav Rêbîn Şoreş û gerîlayê HPG’ê Ferzad Maksûdî yê bi nasnav Egîd Berxwedan li Şehîdgeha Mehmet Karasungur a Qendîlê bi merasîmekê hatin defnkirin.

Şervanê YPG’ê Şêrwan Umer Resûl ê bi nasnav Rêbîn Şoreş û gerîlayê HPG’ê Ferzad Maksûdî yê bi nasnav Egîd Berxwedan ên Şengal û Hesekê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li Şehîdgeha Mehmet Karasungur a Qendîlê bi merasîmê hatin defnkirin.

Şervanê YPG’ê Şêrwan Umer Resûl ê bi nasnav Rêbîn Şoreş ê li Hesekê û gerîlayê HPG’ê Ferzad Maksûdî yê bi nasnav Egîd Berxwedan ê li Şengalê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana dan, li Şehîdgeha Mehmet Karasungur a Qendîlê bi merasîmeke hatin defnkirin. Di merasîmê de endama Meclîsa KJAR Viyan Mako û Hevseroka Tevgera Azad Eşbaşkanı Şîlan Şikrî, gel û malbatên şehîdan di merasîmê de amade bûn.

Endama Meclîsa KJAR’ê Viyan Mako ya di merasîmê de axivî got; “Digotin, li Rojhilata Navîn kes ‘DAIŞ’a dijminê mirovatiyê têk bibin’. Di demeke ku hemû gel bê îrade hatin hiştin, ciwanên Kurd bi felsefe û fikra Rêber Apo DAIŞ têk birin. Ev têkoşîna wan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevayî Rojhilata Navîn û gelên cîhanê ye.”

Mako got, “Em soza hê zêdetir bilindkirina têkoşîna şehîdan didin. Em di hizûra wan de soz didin ku em ê têkoşîna heval Egîd û Rêbîn hê bilindtir bikin û li cîhanê belav bikin. Di kesayeta hevalên Egîd û Rêbîn de sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazim.”

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şikrî jî di şexsê Dr. Rêbîn Şoreş û Egîd Berxwedan de hemû şehîdên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî, ji malbatan, gerîlayan û tevahî gelê Kurd re sersaxî xwest.

Şikrî ya got, “Şehîd ne tenê yên parçeyekî Kurdistanê ne” û wiha berdewam kir: “Ev şehîdan ne tenê şehîdên vê malbatê ne, şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Armanca heval Rêbîn ê di sala 1995’an de tevlî bûye û heval Egîd ê beriya 3 salan tevlî bûye yek e. Ji bo armancekê têkoşiyan. Em jî li ser vê bingehê soz dikin ku têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin û dilsozê bîranîna wan bin.

Piştî axaftinan cenazeyên şehîdan bi dirûşman spartin axê.

...