Tecrîd wê li Parîsê bê protestokirin

CDK-F bang li Kurdistaniyên li Parîsê dijîn kir ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beşdarî meş û mîtînga sibe ya li Gare de l’Est’den Rebuplique bibin.

CDK-F bang li Kurdistaniyên li Parîsê dijîn kir ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beşdarî meş û mîtînga sibe ya li Gare de l’Est’den Rebuplique bibin.

Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku AKP û dewleta Tirk di her dema tengav dibe û têk diçe, destpêkê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şantajê dike û di şexsê wî de êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd dike.

CDK-F diyar kir ku piştî serketina hêzên demokrasî û aştiyê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin, pêvajoya muzakereyê ji meriyetê hatiye rakirin û siyaseta şer hatiye meşandin. CDK-F destnîşan kir ku bê şik û guman ev polîtîka dewleta Tirk ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd sedemeke şer e.

CDK-F hişyariyên Tevgera Azadiyê yên di vî warî de bibîr xist û got, "Em dixwazin bi awayekî zelal bêjin, ku careke din polîtîkaya şer û komkujiyê tê ferzkirin. Bi kurtasî dewleta Tirk weke konsepta şerekî nû ya li hemberî gelê Kurd, tecrîda taybet a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne.

Bê guman em ê li dijî vî şerê tecrîdê, li hemberî vî şerê qirêj û şantajê yê di şexsê Serok Apo de tê ferzkirin, xwe biparêzin. Lê belê vê carê ne tenê ji bo rakirina tecrîdê, pêkhatina hevdîtina parêzer û heyeta muzakereyê, em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoş in. Daxwaz û armanca me wê ev be... Ji îro û pê ve em bang li gelê Kurd, dostên me, hevalbendên me yên Tirkiyeyî û hemû pêkhateyên HDP'ê yên li dijî faşîzmê me di bloka azadî û demokrasiyê de têkoşîneke hevpar meşand dikin, ku di vê têkoşîna azadiyê de bi me re bin.

Em careke din dixwazin ji vir ragihînin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan azad nebe, ti kes azad nabe, jin, ciwan, bawerî û gel nabin xwedî jiyaneke bi hev re, têkoşîna demokrasî û mirovahiyê bi têrkerî nagihêje armanca xwe.

Ji ber ku di têkoşîna li dijî şebekeya li dijî mirovahiyê şer dike ya bi navê DAIŞ'ê de, artêşa gerîla ya bi îdeolojî û felsefeya Serok Apo, pêşengiyê dike. Bê nîqaş, li dijî çeteyên hov ên dest diavêjin jinan, serê mêran jê dikin, zarokan bi tî û birçîbûnê re terkî mirinê dikin û li hemberî hêz û dewletên herêmî û navneteweyî yên van çeteyên hov xwedî dikin, yên demokrasiya radîkal diparêzin tevgera azadiyê ya Kurd û rêberê vê tevgerê Serok Apo ye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî faşîzmê, li dijî DAIŞ, dîktatorî û emperyalîzmê wê bibe bidestxistina mewziyeke mezin a têkoşînê û aht destnîşankirin ku ev yek di heman demê de wê were wateya avakirina jiyana azad ji bo gelê Kurd. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Azadiya Serok Apo ji bo gelê Kurd nebe nabe. Jiyanî ye û her tişt e. Ji ber vê yekê ne tenê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, azadiya temamî ya Rêber Apo, wê armanca me ya esasî be. Em vê daxwaza xwe careke din bilêv dikin û di serî de hikûmeta Fransayê bang li hemû welatên Ewropa, saziyên navneteweyî dikin ku di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigerin û ji bo qebûlkirina daxwaza jiyanî û mafdar a gelê Kurd bikevin nava hewldanan."

Di 14'ê Tîrmehê roja Sêşemê saet di 18:00 de girseya gel wê ji ber Gare de l’Est dest bi meşê bike û li meydana Republique mîtîngê lidar bixe.