Şervana YPJ'ê Atalay li Êlihê hat defnkirin
Şervana YPJ’ê Bêrîtan Atalay (Bermal Egîd) a li Girê Spî di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê hat defnkirin.

Şervana YPJ’ê Bêrîtan Atalay (Bermal Egîd) a li gundê Mişêrfe yê Girê Spî 27’ê Hezîranê di şerekî li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ji aliyê hezaran kesan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Cenazeyê şervana YPJ’ê piştî otopsiya li Silopiya ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER’ê ve hat wergirtin. Cenaze di ketina Êlihê de ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin û anîn Goristana Esrî. Cenazeyê şervana YPJ’ê di ketina goristanê de ji aliyê hezaran welatiyan ve bi dirûşmên, “Wê Kurdistan ji DAIŞ’ê re bibe gor”, “Qatil DAIŞ hevkar AKP” cara duyemîn hat pêşwazîkirin. Jinan cenaze li ser milan birin heta cihê defnkirinê.
'MÊTINKARÊN ÊRÎŞÎ KURDISTANÊ DIKIN WÊ WINDA BIKIN'
Hevserokê Şaxa Êlihê ya MEYA-DER a Êlihê Şukru Baytar, diyar kir ku ciwanên Kurd li hember dewletên dagirker têkoşîneke dîrokî nîşan dane û got: "Îro li Kurdistanê çavên hemû gelên bindest li gerîlayên ku bi felsefeya Ocalan şer dikin dinêrin. Kesên li hember gerîlayan piştgiriyê didin DAIŞ wê winda bikin.”
Paşê bavê şervana YPJ’ê Mustafa Atalay, sersaxî ji gelên Kurdistanê re xwest.
Piştî axaftinan girse derbasî cihê teziyeyê ya li Mala Gel a Mehmet Sîncar a li Taxa Petrolkent bû.