Gerîla Mazdek û Şevger ji ber zextên PDK'ê tevlî HPG'ê bûn
Gerîla Mazdek Mûrat û Şevger Arîn ên piştî dijwarbûna şerê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji neçarî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn dan xuyakirin, ku ji ber zext û nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê yên PDK'ê, wan berê xwe dane çiyê û tevlî HPG'ê bûne.
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 13 tîrmehê 2015, 12:00
Gerîla Mazdek Mûrat û Şevger Arîn ên piştî dijwarbûna şerê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji neçarî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn dan xuyakirin, ku ji ber zext û nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê yên PDK'ê, wan berê xwe dane çiyê û tevlî HPG'ê bûne.
Gerîlaya HPG'ê Mazdek Mûrat a ji bajarê Qamişlo diyar kir ku ew bi 7 jin û zarokan re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, lê belê li Duhokê li nêzîkatiyên ne mirovane yên hêzên asayîşa PDK'ê rast hatine.
Gerîla Mazdek Mûrat got, "Ji bo em biçin kampa Duhokê me kaxiz amade kirin. Lê belê bi çavê heywanan li me dinêrîn. Gelek zext dikirin. Em ji kampê qewirandin...Nêzîkatiya li hemberî me nêzîkatiyeke ne însanî bû."
Gerîla Mazdek Mûrat diyar kir ku rayedarên PDK'ê di berdêla pereyan de sîxurî li wan ferz dikir û anî ziman ku li dijî van zext û zordariyan ew tevlî refên HPG'ê bûye.
JI BER KU ALA HPG'Ê DI PÊŞBIRKÊ DE BILIND KIR, RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT
Gerîla Şevger Arîn ê ji Hesekê jî, ku bi Boksê re mijûl dibû, piştî rûdana şer di sala 2013'an de berê xwe da Başûrê Kurdistanê û anî ziman ku li şûna di bin ala Ereban de tevlî pêşbirkan bibe wî xwestiye li ser navê Kurdan spora xwe dewam bike.
Gerîla Şevger Arîn da xuyakirin ku piştî 2 mehan ew tevlî pêşbirkeke Boksê li Başûr bû û piştî bi ser ket axa HPG'ê hilda, lê belê asayîşa PDK'ê bi gotina 'Ev al a dijminê Kurdan e' êrîşî wî kiriye.
Gerîla Şevger Arîn da zanîn ku di berdêla mehane 800 dolarî de rayedarên PDK'ê hewl dane wî bikin pêşmerge, lê belê wî red kiriye û ji ber giranbûna zextên li wan dihat kirin, berê xwe daye çiyê.