Xwedî li têkoşîna bavê xwe derket

Gulçîn Ûmût piştî ku hîn bû bavê wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, beşdarî refên gerîla bû. Ûmût got: "Beriya her tiştî divê em xwedî li şehîdên şoreşê derkevin, xwedî li bîranînên wan derkevin û di şopa wan de bimeşin."

Gulçîn Ûmût piştî ku hîn bû bavê wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, beşdarî refên gerîla bû. Ûmût got: "Beriya her tiştî divê em xwedî li şehîdên şoreşê derkevin, xwedî li bîranînên wan derkevin û di şopa wan de bimeşin."

Gulçîn Ûmût, ku gundê wan ji aliyê dewletê ve hat valakirin û piştre ji ber cerdevanî qebûl nekirin, hatin koçberkirin got: "Bavê min di demên zehmet de li ber xwe da û doza azadiyê meşand. Min jî ev tiştên qewimîn qebûl nekir, xwedî li doza xwe derketim û derketim serê çiyê." 

Em li Kurdistanê bûn şahidê gelek çîrokên şewitandina gundan û sirgûnkirinan. Yek ji van jî çîroka Gulçîn Ûmût e. Gulçîn Ûmût li gundekî Colemêrgê tê dinê. Bavê wê Recep Kûrt bi nasnav Harûn, ji ber zext û zora dewletê qebûl nekir 5 salan di girtîgehê de hat ragirtin. Ji zîndanê derket û di 1994’an de berê xwe da çiyê. Heman salê malbata Gulçîn Ûmût jî koçî Başûrê Kurdistanê kir. Piştî bavê Gulçînê jiyana xwe ji dest da, Gulçîn di têkoşîna azadiyê de cihê xwe girt.

'ME XETA BAVÊ MIN ESAS GIRT'

Ûmût çîroka jiyana bavê xwe û rojên sirgûnê yên malbata xwe vegot û wiha berdewam kir: "Beriya her tiştî wezîfeya me ya sereke ev e ku em xwedî li şehîdên şoreşê derkevin, xwedî li bîranînên wan derkevin û di şopa wan de bimeşin. Min heta niha cesaret nedikir ku bavê xwe vebêjim. Ez xwe rexne dikim. Bibîranîna hemû şehîdan girîng e.  Şehîdên me xwedî jiyaneke rast in. Min û xwişk û birayên xwe bi rastiya PKK’ê çavê xwe vekir. Bavê min bandorek mezin li ser me kir, me jî her tim xeta jiyana wî esas girt."

'TI TIŞTÎ BAVÊ MIN JI DOZA WÎ NEKIR'

Gulçîn Ûmût bi lêv kir ku tevî hemû zext û zorên dewleta Tirk, bavê wî bi vîneke mezin li ber xwe daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez, xwişk û birayê min hîna biçûk bûn bavê me ket girtîgehê. Li ser herêmê her cureyê zextê dihat bikaranîn. Lê wî têkoşîna xwe bi vîneke mezin meşand. Di demek ku şert û mercên wê herî zehmet bû de 5 salan di zîndanên Tirkiyeyê de hat ragirtin. Ji malbata dayika min yên di nava hevkariya dewletê de bûn hebûn. Dema bavê min ket girtîgehê aliyê malbata dayika min digotin tu bi ‘eşqiya re zewiciye’. Lê van nêzîkatiyan tu carî bavê min ji dayika min û partiyê nekir. Bavê min tu carî dest jê berneda. Dayika min hemû berpirsyariya malbatê girt ser xwe û her tim destek da bavê min. Bavê min çawa ji zîndanê derket beşdar bû. Careke din venegeriya. Piştre gundê me vala kirin. Em ji gund derxistin. Em her tim girêdayî doza xwe bûn."

'DEMA ŞOREŞ PÊK HAT TUYÊ LI BOTANÊ KURDÎ BIXWÎNÎ'

Gulçîn Ûmût da xuyakirin ku di temenê xwe yê biçûk de hewl daye ku wateyê bide tiştên diqewimîn û got: "Ji dest girtina mafê jiyanê ya ti mirovî, astengkirina azadiya mirovan ne rast e.  Tiştên hatin serê malbata min pêkanînên dij mirovahiyê bû. Bavê min difikirî ti kesek jiyanek wisa heq nake. Tiştên hatin serê me,  bû sedem ku em doza bavê xwe baştir fêm bikin. Min jî têkoşîna wî meşand. Di hevdîtina dawî ya bi bavê xwe re min got ez dixwazim beşdarî gerîla bibim. Ji min re got; 'tu biçûkî. Dibistana xwe bixwîne. Dema tu mezin bû ez ê te bi destê xwe bînim.' Ji min jî soz girt.  Ji min re got 'piştî şoreş çêbû tuyê biçî Botanê û bi Kurdî perwerdeyê bigirî.' Ev hevdîtina me ya dawî bû.  Li ser gilîkirinan bavê min di malekê de şehîd ket. Min li kampa Mexmûrê şehadeta wî bihîst. Li ser vê ez beşdarî refên gerîla bûm."

Ûmût wiha dawî li axaftin xwe anî: "Di civakê de rêbazeke cuda ya bavê min hebû. Bi vê nêzîkatiya xwe bandor li ser min dikir. Bavê min cuda nêzî malbat û derdora xwe dibû. Ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Em zêde li gel hev neman lê heta ji destê wî dihat tişt fêrî me dikir.  Zêdetir hesas nêzî  keçên xwe dibû.  Esareta jinan qebûl nedikir. Min di xewnên xwe de her tim didît ku ez bi bavê xwe re gerîlatiyê dikim. Min digot qey bavê min her tim li gel min e. Ez ê her tim li ser şopa wî bim."