Cenazeyên 4 şervanan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Zurgan cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan spartin axê.

Bi hezaran welatiyên Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Zurgan cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan spartin axê.

Bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyên şervanên YPG’ê Izedîn Hadî (Demhat Serêkaniyê) û Ocelan Îsmaîl (Ocelan Serêkaniyê) ên 6 Tîrmehê di berxwedana Girê Spî de jiyana xwe ji dest dane ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin goristana Şehîd Rustem Cûdî.

Di heman demê de bi sedan welatiyên Til Temir û Zurgan jî cenazeyên şervanê YPG’ê Emîn Emîn (Dilgeş Til Temir) 6’ê Tîrmehê di berxwedana Çiyayê Kizwanan de jiyana xwe ji dest da û Endamê Asayîşê Xelîl Sîdo ê  6’ê Tîrmehê di berxwedana gundê Aliya de jiyana xwe ji dest ji Saziya Malbatên Şehîda a Til Temir wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê derketin rê. Di rê de bi sedan welatiyên Dirbêsiyê jî tevlî karwan bûn û berê xwe dan goristanê.

Li ser rêya pêşiya gundê Berkevirê her du karwanên ji Serêkaniyê û Til Temir gihiştin hev. Li pêşiya goristanê jî girseya ku bê navber dirûşme diqîriya, cenazeyên 4 şervanan rakir ser milan û heta goristanê meşiya.

Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Hêzên Asayîşê merasîma leşkerî lidar xist û paşê Serokê Desteya Karê Hundir ê Cizîrê Kenan Berekat axivî. Berekat bal kişand ser hevgirtina di navbera hemû pêkhateyan de û diyar kir ku gelê Rojava bi yekîtî û hevgirtina xwe parastina herêmên xwe dikin û pêwîste hemû pêkhateyên Sûriyê jî li dijî êrîşan yekîtiya xwe ava bikin.

Berekat bal kişand ser berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê û destnîşan kir ku hêzên YPG/YPJ'ê ku hemû pêkhate cihê xwe di nav de digirin parastina rûmeta gel dikin.

Di merasîmê de li ser navê TEV-DEM’ê Xelîl Osman axivî û anî ziman herêmên Rojava di qonaxeke hesas re derbas dibe ku pêwîstî bi zêdekirina asta kar û xebatan heye. Li ser navê malbatên têkoşeran jî axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.

Sicîlê şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên 4 têkoşeran bi qîrîna dirûşme û tilîliyan spart axê.