Nasnameya 3 şervanên YPG’ê hate aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di pevçûnên Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di pevçûnên Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di pevçûnên Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Daxuyaniya navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
ˮQonaxa ku Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe bê guman gelek bi wate û bi nirx e, asta têkoşîna em têde ne gihiştiye asta herî bilind êdî me ji bo gelê xwe serketinên dîrokî qezenc kirine û ya tê xwestin parastin û xwedîderketina li nirxê şoreşê û şehîdan e.
Şervanên me roj bi roj bi dilsozbûna wan canê xwe feda dikin da ku Rojavayê Kurdistanê bi aramî û bi rengekî ewle bijîn. Îro hevrêyê me yê giranbuha li pey xwe navekî mezin hişt ji bo doza welat û parastina gel gihişt şehadetê, ew hevrê Xeyrî bû, hevalê me yê bi rûmet di destpêka berxwedana efsaneyî ya Kobanê de cihê xwe girtibû, bi fermandariya xwe ya durist û rêzan dikarîbû di berxwedana Kobanê de navekî xwe yê mezin bihêla, hevrê Xeyrî ne tenê fermandarê leşkerî bû ew fermandarê jîn û jiyanê bû ,bi tekoşîne xwe jiyan bi wate dikir û têkoşîn gurtir dikir.
Tevî hevrê Xeyrî du hevalên me yê din di destana Rojava de xwîna xwe rijandin û destana şoreşê bi qehremanî û wêrekbûna wan zivirandin, ew her du heval Şehîd Xebat û Şehîd Yilmaz bûn, şervanên roja giran bûn heya xwîna xwe ya dawiyê bi soza xwe re girêdayî bûn.
Sozê ku em her tim didin şehîdên xwe her deqe û her saniye em bi wan re nû dikin, têkoşîna wan ku ji me re hiştî em ê heya dawiyê şopdar bin. jJ bo hemû malbatên şehîdan em sersaxiyê dixwazin û hêviya azadiya bi rûmet hêvî dikin. ˮ
Nasnameya şervanan wiha ye :
Nasnav: Xebat Botan
Nav û Paşnav: Ehmed Dalmiş
Navê Dayikê: Narinc
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Cizîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 6-7-2015 Eyn Îsa
Nasnav: Xeyrî Kato
Nav û Paşnav: Salih Yalçin
Navê Dayikê: Sarya
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex – Elkêh
Cih û Dîroka Şehadetê: 7-7-2015 Sirîn – gundê Mexasîn
Nasnav: Yilmaz Kobanê
Nav û Paşnav: Elî Ebrûş
Navê Dayikê: Selwa
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê – Mezra Erbûş
Cih û Dîroka Şehadetê: 4-7-2015 Kobanê – Bajarokê Sirrîn