Alî Temel hat bîranîn

Hunermendê Kurd û gerîlayê PKK’ê Alî Temel (Selman), li Qoserê li ser gora xwe hat bîranîn.

Hunermendê Kurd û gerîlayê PKK’ê Alî Temel (Selman) ê sala 1994’an li bejahiya navçeya Şemrex a Mêrdînê di şerekî de li şkefta têde birîndar bû û ji bo nekeve dest pîma bombeya xwe kişand û dawî li jiyana xwe anî, li Goristana Mezopotamya (Girê Bîrê) ya li Taxa Koçhîsar a Qoserê li ser gora xwe hat bîranîn. Welatiyên li ber Navenda Çandê ya Şehîd Elî Temel kom bû, ber bi goristanê ve bi dirûşman dest bi meşê kir.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê Omer Ocalan ê di bîranînê de axivî diyar kir ku ji şerê qirêj ê li Rojava re dewleta Tirk û rêxistina wê ya taşeron DAIŞ pêşengiyê dike. Ocalan axaftina xwe wiha domand, "Em ê jî ji bo ev xak bigihêjin azadiye çi ji destê me bê bikin. Armanca me rizgariya van xakan e, azadiya Rêbertî ye.”

Bîranîn bi dûayan bi dawî bû.