Gundên Til Ebû Emşa û Heyya hatin azadkirin

Li Hesekê şerê di navbera DAIŞ'ê û hêzên YPG/YPJ'ê de dewam dikin. Di vî şerî de 2 gundên din hatin azadkirin. Rejîma Sûriye jî nuqteyên di bin kontrola xwe de ne ji çeteyan re dihêle û direve.

Li Hesekê şerê di navbera DAIŞ'ê û hêzên YPG/YPJ'ê de dewam dikin. Di vî şerî de 2 gundên din hatin azadkirin. Rejîma Sûriye jî nuqteyên di bin kontrola xwe de ne ji çeteyan re dihêle û direve.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF'ê ragihand, şervanên YPG/YPJ'ê li rojhilatê Hesekê bi pêş ve diçin.

Duh bi şev li hemberî çeteyên li gundên Til Ebû Emşa û Heyya operasyonek hat lidarxistin. Saet di 03:00 ê nîvê şevê de du gund ji çeteyan hatin paqijkirin û azadkirin.

Duh jî hêzên rejîmê Xaçerêya Panorama ya rêyên Dêra Zor û Şeddadî lê digihêjin hev, ji çeteyan re hiştibûn.