Tecrîda li ser Ocalan li Bîelefeldê hat şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Bîelefeldê meşek hat lidarxistin.

Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Bîelefeldê bi meşekê hat şermezarkirin.

Meşa bi pêşengiya Ciwanên Azad, bi beşdariya zêdeyî 200 Kurdistanî û dostên wan, li navenda bajêr li Jahnplatzê destpê kir.

Kurdistaniyan di meşa xwe ya li rêgeheke dirêj de, bi qîrîna dirûşmeyan polîtîkayên hikûmeta AKP'ê şermezar kirin û xwestin Rêberê Gelê Kurd azad bibe.

Li dû meşê, li ber Haûptbahnhofê daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Vakkas Sabanci li vê derê axivî û diyar kir ku, AKP a nikare xwe li serketina HDP'ê ya hilbijartinê û destketiyên li Rojavayê Kurdistanê rabigire, tecrîda li ser Ocalan şidandiye.

Nûnerê Navendê Sabanci da xuyakirin ku bi vê tecrîdê re teslîmiyet li ser gelê Kurd tê ferzkirin û destnîşan kir, ku gelê Kurd wê ti carî vê qebûl neke.

Di dewama daxuyaniyê de her wiha bang li Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û rayedarên dewletê hat kirin ku tavilê dest bi muzakereyan bikin û hat xwestin, ku ji bo rêveçûna muzakereyan jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Çalakiya ku berêvarê destpê kir, saet di 19:00 de bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...