Parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê malbata Ardûç ziyaret kirin. Ayhan Ardûç di axaftina xwe ya dema serdanê de diyar kir ku ew bi biryar in heta pir bê çêkirin, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bikin.
Parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, malbata Ardûç a ku ji ber rêya gundê wan di binê ava bendavê de maye û pir ji wan re nehatiye çêkirin dest bi greva birçîbûnê kir, ziyaret kirin.
Di dema serdanê de Hevserokatiya HDP'ê ya Dêrsimê, Şaxê SES'ê ya Dêrsimê û Meclîsa Ekolojiyê jî amade bûn.
'DEWLET LI CEM ŞÎRKETÊ YE, GEL LI CEM MALBATÊ YE'
Onlu di dema serdanê de daxuyaniyek da û got, "Malbata Ardûç careke din nîşanî cîhanê daye ku Dêrsim di binê avê de hatiye hiştin." Onlu destnîşan kir ku dewlet bi hemû saziyên xwe li cem şîrketê cih girtiye û li hemberî vê jî saziyên civakî yên sivîl û gelê Dêrsimê li cem çalakiya mafdar a malbata Ardûç in.
Şahîn jî got, "Pêşî li çem û kaniyên me digirin û jiyanê dikujin. Dixwazin em bawerî û zimanê xwe ji bîr bikin. Lê belê weke gelê Dêrsimê ji destpêkê ve em li hemberî bendava derketin û em ê ji niha û pê ve jî her tim li hember derkevin."
Malbata Ayhan Ardûç a di greva birçîbûnê de ye, peymana di destê xwe de nîşan da û got, "Tevî ku di peymanê de soz hatiye dayîn ku wê pir bê çêkirin, ev 9 meh in gavek bi tenê jî nehatiye avêtin. Her wiha Lîmak ji soza çêkirina pirê vegeriya. Mûxatabê me ne şîrket e, dewlet e." Malbatê diyar kir ku gotina "em bi bûyerê re eleqedar in" a Walî xapandin e û destnîşan kir ku heta pir bê çêkirin ew ê bi biryardarî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bikin.
Li ser navê Şaxê SES'ê yê Dêrsimê Ozkan Ûç jî da xuyakirin ku li gel Ayhan Ardûç pirsgirêkên şekir û tansiyonê xwe dane der û da zanîn ku eger dewlet tavilê çareyekê ji vê re nebîne, rewşa wan wê her nebaş bibe.

