Narîn: Alîkariyên ji bo Rojava bi rêya Kordînasyonê bikin
Hevşaredarê Sûrê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeya Sûrê li dikandaran geriyan û belavokên ku tê de tê xwestin fitre û zekatên îsal ji gelê Rojava re werin şandin, belav kirin.

Ji bo piştgiriya kampanyaya ku Kordînasyona Navendî ya Kobanê daye destpêkirin ya bi navê: "Em fitre û zekata xwe bi gelê xwe yê Rojava re parve bikin" bi tevlîbûna Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn û rêveberên HDP û DBP yên rêxistina navçeyê li esnafên navçeya Sûrê geriyan û banga tevlîbûna kampanyayê hat kirin. Her wiha belavokên ji bo danasîna vê kampanyayê hatin belavkirin.
Narîn di dema gera xwe ya li nava esnafan de bê navber der barê vê kampanyayê fikir û ramanên xwe anî ziman û ji esnafan re wiha got: "Dibe ku em bi vê tevkariya parvekirina fitir û zekata xwe nikarin hemû pirsgirêkên jiyana zor û zehmet a gelê xwe yê Rojava çareser bikin, lê bi kêmanî em dikarin vê tevkariya xwe hinek be jî şertên jiyana zor û zehmet ya xwişk û birayên xwe kêm bikin."
Narîn her wiha hişyarî kir ku van alîkariyên xwe her kes bi rêya vê kordînasyonê re bide û ji bilî vê kordînasyona hevbeş bila kesek alîkariyê li ser navê gelê Rojava nede devereke din.