Alerjiya rojnameya Sabah a li hember Rojava didome!

Konê bi armanca alîkariya ji Rojava re ku li Êlihê hat vedan û rastî eleqeyeke zêde ya gel tê, careke din rojnameya Sabah bi nûçeyên xwe yên derew ket dewrê.

Konê bi armanca alîkariya ji Rojava re ku li Êlihê hat vedan û rastî eleqeyeke zêde ya gel tê, careke din rojnameya Sabah bi nûçeyên xwe yên derew ket dewrê.

Nûnerê Komeleya Rojava ya Êlihê Yildirim li hember derewa ‘Bi tehdîdê alîkariyê ji gel kom dikin’ nerazîbûn nîşan da û got, " Em dizanin ku ev nûçe zîhniyeta nêrîna li Rojava temsîl dike. Li ser bangên hatin kirin gelê me bi destê xwe alîkariyê tîne û radestî gelê Rojava dike.”

Kampanyaya Piştevaniya bi Rojava re ya li Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê bi armanca valaderxistina ambargoya li hember Rojava hat destpêkirin ku rastî eleqeyeke mezin tê, rojnameya Sabah a nêzî hikûmetê bi armanca rawestandina kampanyayê nûçeyên derew serwîs dike. Nûnerê Êlihê yê Komeleya Rojava Mahfûz Yildirim li hember nûçeya rojnameya Sabah a ‘Bi tehdîd û zextan kom dikin’ nerazîbûn nîşan da û têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

YILDIRIM: GELÊ ME JI BO ALÎKARIYÊ PÊL BI PÊL TÊ

Yildirim der barê alîkariyên ji bo gelê Rojava de ev agahî da: "Ji bo koçberên ji Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê û ji bo koçberên ji ber şerê li Kobanê dewam dikin hatine Tirkiyeyê, em alîkariyê kom dikin. Gelê me bi vîna xwe ya azad vê alîkariyê tîne û li konan radest dike. Berevajî îdîayên rojnameya Sabahê, ji ti kesî bi gef an jî zorê alîkarî nehatiye xwestin. Dixwazim bi taybetî bêjim ku ev nûçeya bê bingeh bi ferman û plankirî, ji bo sekinandina kampanya fitre û zekatê hatiye weşandin. Em dizanin ku ev nûçe zîhniyeta nêrîna li Rojava temsîl dike. Li ser bangên hatin kirin gelê me bi destê xwe alîkariyê tîne û radestî gelê Rojava dike. Ev alîkarî bi temamî bi dilxwazî tê kirin. Her wiha gelê Êlihê ji bo alîkariyê bike pêl bi pêl tê."

Yildirim da xuyakirin ku pereyên ji bo alîkariyê tê dayîn jî, bi rêya komîsyona qanûnî ku di nav de Walîtiya Êlihê jî heye, bi dayîna fîşê tê wergirtin û li hesabê bankayê tê bicihkirin. Yildirim got, "Em rojnameya Sabahê bi tundî şermezar dikin ku ji bo reşkirina vê kampanya me ya qanûnî ketiye nava tevgerê."

OKAY: EM LI BENDA DESTEKA HER KESÎ NE

Rêveberê DBP'ê yê Bajarê Êlihê û Endamê Komeleya Rojava Mûrat Okay jî ji gelê Êlihê yê xwedî li gelê Rojava derdikeve xwest, ku li hemberî van polîtîkayên reşkirinê hişyar be û bal kişand ser armanca kampanyayê: "Weke Partiya Herêman a Demokratîk, ji bo destekkirina gelê Rojava me dest bi kampanyayê kirin û ji ber eleqeya zêde ya gelê me nîşanî kampanyayê dide, em spasiyên xwe pêşkêş dikin. Roj roja piştgiriyê, roja parastina aştiyê û xurtkirina biratiyê ye. Ji ber ku em Kurdistanê yek parçe dibînin û cihêkariyê naxin navbera rojava, bakur û başûr, kêm be jî em dixwazin alîkariyê bidin gelê xwe yê li Rojava ji bo azadiyê li ber xwe dide. Li dijî zîhniyeta heyî em li bendê ne ku her kes destekê bide kampanya 'Gelê Kobanê ne bi tenê ye' û dixwazin hîn bêhtir xwedî li kampanya me derkevin. Li Kobanê kevir li ser kevir nemaye; pariyekî nan nîne, dilopek ava vexwarinê nîne, genimê li erdekî metroyekê bê çandin, nemaye. Ji ber vê yekê em spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya gelê xwe yê destê xwe dirêjî gelê Rojava kiriye, dikin."

Okay di dewama axaftina xwe de got, "Dema mirov li trajediya li Kobanê û bajarên din ên Rojava dinêrin, hingî tê dîtin ku haya tevahiya cîhanê ji rewşa gelê Kurd a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê heye. Ji ber vê yekê hemû alimên olî bang dikin ku fitre û zekat ji gelê Rojava re bê dayîn. Ji ber ku gelê Rojava yê li Rojhilata Navîn di bin ambargoyê de ye û mexdûr e, li dijî zilmê û birçîbûnê li ber xwe dide. Hin mirovên me hene kîloyek genim jî tîne binê kon, hin mirov jî 2 lîre tîne."