Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî didome

Malbatên Roboskiyî lêgerîna xwe ya edaletê ji bo 34 kesên hatine qetilkirin didomînin. Malbatên ku ji bo cara 184. li ser goristana Roboskî nobetê digirin, ji bo berpirsên komkujiyê nehatine cezakirin nerazîbûn nîşan dan.

Velî Encu yê li ser nave malbatên Roboskî daxuyanî xwend, bibîr xist ku heya niha ti berpirs nehatine darizandin û wiha axivî, “Li Roboskî ya 34 mirov bi bombeyan hatin qetilkirin ji bo dewletê sûc, rewa bûye û her roj sûcên ku hesabê wê nedin berdewam dikin.”

Encu da zanîn ku beriya niha 3 rojan gund ji aliyê leşkeran ve hatiye gulebarankirin û Îsa Encu yê di komkujiya Roboskî de birayê xwe winda kiriye birîndar bûye. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu û rojnameger jî bûne hedefa leşkeran.

Encu got: “Pêwîst e berpirsyarên van êrîşan bilez û bez bên lêpirsîn, tavilê bên tespîtkirin û cezakirin. Me ji bo vê hemû gavên hiqûqî avêtine.”

Encu got ku rojnameya Starê provokasyonên xwe yên li ser Roboskî didomîne û di dawiyê de jî wiha axivî, “Em kesê zîhniyeta rastiyên heyî berevajî dike, bi nivîsên derew piştgiriya kujer û kesên komkujiyan dikin diparêzin, sûcên wan diparêzin, piştgiriya wan dikin bi tundî şermezar dikin.”