Mamûrekiyan got: Em kanên keviran naxwazin
Welatiyên gundên Mamûrek ên Meletiyê bal kişandin ser kana keviran a li çiyayê Naldoken hatiye avakirin û zerarên wê li ser derdor û gotin ku di gundê xwe de kanên keviran naxwazin.

Welatiyan vekirina kana keviran a li çiyayê Naldoken a li gundê Mamûrek a Meletiyê protesto kirin. HDP, Egîtîm Sen, Komeleya Çand a Pîr Sultan Abdal, Platforma Hemwelatiyên Wekhev a Elewiyên Meletiyê, Weqfa Zeynel Abidîn û Komeleya Piştevaniya Civakî piştgirî dan gelê ku li qada gund kom bûn. Di daxuyaniyê de pankartên, “Em li gundê xwe kana keviran naxwazin”, “Çiyayê Naldoken hewaya me ye”, “Nikarin nefesa me tine bikin” û dowîzên, “Hûn nikarin çandiniyê, lawiran û mirovahiyê tine bikin”, “Em xizmeta jiyana jehrî bike naxwazin” hatin rakirin. Her wiha di çalakiyê de dirûşmên, “Kana we xira bibe, bila zarok bijîn”, “Vaye ev der hêlîna pençeşêrê ye” û “Bijî Berxwedana Mamûrekê” hatin gotin. Rasîm Toprak ê daxuyanî xwend diyar kir ku, kanên keviran pir zêde zerarê bide avên bin erdê, xebatên çandiniyê, şînatiyan, lawirvaniya çêrgehan, derdor, xweza û mirovan.
Toprak wiha dewam kir, “Ti aliyê mantiqî û dadwerî ya kana keviran li vê derê tine ye. Ew kesên ku ev anîne gundê me û çêkirine heya niha ti ji girîngiya ekolojîk, jiyana mirov û girîngiya xweza û derdor fêm nekirine… Her carê bi awayekî hovane û bi xemsarî êrîşî xweza û derdorê dikin û texrîb dikin.”