Endamên meclîsê yên AKP’yî navê Selahaddîn Eyyubî red kirin

Di civîna Meclîsa Şaredariya Tûşba de, pêşniyara endamên DBP’yî ya ji bo navê Selahaddîn Eyyûbî li parkekê bê dayîn bi piraniya dengên endamên AKP’yî hat redkirin.

Di civîna Meclîsa Şaredariya Tûşba de, pêşniyara endamên DBP’yî ya ji bo navê Selahaddîn Eyyûbî li parkekê bê dayîn bi piraniya dengên endamên AKP’yî hat redkirin.

Li ser zimanê Kurdî ku her roj qedexe zêde dibin, di civîna Şaredariya Tûşba de endamên AKP’yî xwedî li vê qedexeyê derketin. Di civîna meclîsa şaredariya ya mehane de endamên DBP’yî xwestin navê parkeke li Taxa Îstasyonê bibe Selahaddîn Eyyubî. Ev pêşniyar ku pêşkêşî dengdanê hat kirin, li hember 10 dengên endamên DBP’ê bi 13 dengên endamên AKP’yî pêşniyar hat redkirin.