Tevgera leşkerî zêde dibe

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla roj bi roj zêde dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di navbera 9-10'ê Tîrmehê ji saet 16:00 heta 10:00 de li herêma Xakurkê û ser xeta sînor, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker keşif kirine. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde bûne. Li gorî vê yekê;

Di 10'ê Tîrmehê saet di navbera 03:00 - 12:00 de li herêma Avaşînê, di 9'ê Tîrmehê saet di navbera 06:00 - 15:00 û ji saet 21:00 heta saet 07:00 ê 10'ê Tîrmehê li herêma Zapê, ji saet 21:00 ê 7'ê Tîrmehê heta saet 12:00 ê 10'ê Tîrmehê li herêma Metîna, pêgerên hewayî yên kefşê yên bê mirov ên artêşa Tirk geriyane.

Di 9'ê Tîrmehê saet di navbera 12:00 - 15:00 û 22:00 - 23:00 de li ser herêmên Xakurkê, Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Zapê balafirên şer ên artêşa T.C geriyan.

Di 9'ê Tîrmehê saet di navbera 20:00 - 21:00 de li herêma Botan û li Bestayê, balafirên şer û pêgerên hewayî yên bê mirov tevgeriyan. Heman rojê saet di navbera 07:00 - 16:00 de li ser qada Qabilcewz a Êlihê, ji 8'ê Tîrmehê û pê ve li qada Şehîd Baran a navçeya Amed Farqînê, bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin."

HPG'ê da zanîn ku leşkeran li Semsûrê kemîn danîne û got, "Ev 10 roj in li derdora Bendava Koçalî ya ser bi navenda Semsûrê, artêşa T.C a dagirker kemînan datÎne. Her wiha ev 3 roj in li derdora gundên Gazmşinê, Mirişka, Tarova, Kurê Millê, Banê Gozê, Azikan, Bolka û girê Hisan ên Semsûrê, kemînan datîne."