'Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo bi serketî dawî bû' -HAT NÛKIRIN-
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku piştî 65 rojan pêngava ˮFermandar Rûbar Qamişloˮ bi dawî bû û got ku 11 hezar kîlometre çarçik ji çeteyan rizgar kirin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku piştî 65 rojan pêngava ˮFermandar Rûbar Qamişloˮ bi dawî bû û got ku 11 hezar kîlometre çarçik ji çeteyan rizgar kirin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku piştî 65 rojan pêngava ˮFermandar Rûbar Qamişloˮ bi dawî bû û got ku 11 hezar kîlometre çarçik ji çeteyan rizgar kirin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê li tabûra ˮŞehîd Serhedˮa Qamişlo ya li gundê Hîmo ya Qamişlo civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew dawî li pêngava Fermandar Rûbar tînin.
‘11 HEZAR KÎLOMETRE ÇARÇIK QAD RIZGAR BÛ’
Di civîna çapemeniyê de ku bi beşdarbûna gelek saziyên çapemeniyê hate lidarxistin endama Fermandariya YPG’ Sozdar Dêrik axivî. Dêrik bal kişand ser girîngiya pêngavê û bi taybet piştî rizgarkirina herêma Til Hemîs û Til Berak û got: “Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên Til Temirê kirin. Li ser esasê wê, me pêngava Fermandar Rûbar da destpêkirin. Biryara me ya hemleyê li ser daxwaza pêkhateyên herêmê bû. Hemleya me li herêmê rojavayê kantona Cizîrê destpê kir. Hemû hêzên di bin fermandariya YPG’ê de cihê xwe di hemleyê de girtin. Hemleya me ji Çiyayê Kizwanan destpê kir, ber bi gundên Til Temir û Serêkaniyê ve meşiya, her wiha bajarokên Mebrûka û Silûk jî girtin nava xwe. Herî dawî jî hêzên me gihiştin Girê Spî û Eyn Îsa.ˮ
Dêrik di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku pêngava wan li ser 2 qonaxan pêk hatiye û wiha dom kir: “Hemleya hêzên me li ser du qonaxan hate destpêkirin. Hêzên me û hemû hêzên şerker li kêleka wan bersiva êrîşên çeteyan dan û ji hemû cîhanê re lewaziya çeteyan îspat kirin, her wiha berxwedana bêhempa ya hêzên me li dijî çeteyan nîşan da. Di qonaxa destpêkê de hêzên me Çiyayê Kizwanan, herêma TIl Temir û gundên Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirin û ewlekariya herêmê pêk anîn. Di qonaxa duyemîn de jî hêzên me bajaroka Mebrûka û Silûk ji çeteyan rizgar kirin. Her du bajar di demeke kurt de ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di heman demê de hêzên me yên Kobanê jî ber bi Girê Spî ve pêş ve dihatin. Hêzên me di demeke kurt karîbûn bajarê Girê Spî yê stratejîk rizgar bikin. Rizarkirina Girê Spî bandoreke xwe ya stratejîk hebû. Ji aliyekî ve bargeha sereke ya çeteyan bû û deriyê wan bi ser Tirkiyê ve bû, di aliyê din de jî rêya di navber Kobanê û Cizîrê hate vekirin. Bi vê yekê gihandina alîkariyan ji bo Kobanê hêsan bû.ˮ
Dêrik, da zanîn ku hêzên wan ji Girê Spî ber ve ber bi bajaroka Eyn Îsa ve daketin û bajar bi gundên wê bi temamî ji çeteyan rizgar kirin û wiha dom kir: ˮ Bi vê yekê û çeteyan derbeyên giran xwarin û paş ve kişiyan. Çeteyan dest bi êrîşên xwekujî kirin û bi vê yekê têkçûna wan hate ispat kirin.ˮ
Dêrik, destnîşan kir ku çeteyan di rojên dawî de dest bi êrîşan kir û wiha pêde çû: “Çeteyên ku derbeyên giran xwarin dest bi êrîşan kirin. Êrîşa herî mezin a çeteyan di roja xezwet Bedir a mezin di meha Remezanê de bû ku li di nêrîna wan de rojeke pîroz e pêk hat. Çeteyan li gelek cihên Hesekê, Çiyayên Kizwanan, herêma Aliya, başûr, rojava û başûrê bajaroka Eyn Îsa û derdora bajaroka Sirîn êrîş pêk anîn. Êrîşên wan li hemû nuqteyan hemwext bûn. Çete li gundên vala yên wekî Bedî ya li ser Çiyayê Kizwanan û Rîhaniya Begara, Elgana, Aliya, Em El-Remil , Eyn Îsa û hin gundikên herêma Kobanê û bajaroka Sirîn bi cih bûn. Her wiha li derdora Qereqozax xwe bi cih kirin û êrîş pêk anîn. Hemû êrîşên çeteyan têk çûn.ˮ
Dêrik destnîşan kir ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê berxwedanek bêhempa li hemû herêman destnîşan kir û wiha dom kir: 1Hêzên YPG/YPJ’ê û bi alîkariya Burkan El-Ferat berxwedana bêhempa da. Di vê berxwedanê û piştî rizgarkirina 11 hezar kîlometre çarçik em dawî li Pêngava Fermandar Rûbar tînin.ˮ
‘1472 ÇETE HATIN KUŞTIN’
Dêrik, encamên hemleyê wiha rêz kir: “65 roja derbasbûyî de hêzên me derdora 11 hezar kîlometrekare erd ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Di vê operasyonê me de, encama gelek operasyon û pevçûnên rû dane nehatiye zelalkirin. Lê rixme vê jî reqemên derdikeve derbeya DAIŞ xwariye radixe li ber çavan. Li gor vê, 65 roja derbasbûyî de qasî hatiye zelalkirin hêzên me 1315 çeteyên DAIŞ'ê kuştin. Tevî 529 termê çeteyan, hejmarekî zêde çek, cebilxane û amûrên leşkerî jî hatiye bidestxistin.
Bêguman ev serketin, bi ked û xwîna şehîdên me hatiye afirandin. Di Direjahiya hemleyê, di nava van 65 rojan de bi giştî 118 şervanên me bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê.
Di dawiya axaftina xwe de Dêrik soz da ku hêzên wan ên YPG/YPJ’ê ji bo avakirina Rojavayeke azad û Sûriyeyeke demokatîk pêk were li ser rêya hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bimeşin.
Di dawiya civîna çapemeniyê de Dêrik pêngavên hemleyê ji rojnamevanan re şîrove kir.