Şervanê YPG’ê Salîh Yalçin (Xeyrî Kato) yê ku di encama şerên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Sirrînê yê Kobanê jiyana xwe ji dest da li goristana Şehîd Memed a li gundê Faraşînê yê navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê hezaran kes ve hat oxirkirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Salîh Yalçin li bajaroka Segirkê ya Qilebanê ji aliyê sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û bi konvoyekê ber bi Elkê ve çû. Hevserokên DBP’ê û HDP yên Şirnex û navçeyên wê, hevşaredarên Şirnexê û navçeyên wê, MEYA-DER û hezaran kes beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Konvoya cenaze di gundên Elkê û Qilebanê de derbas dibû ji aliyê dayikan ve bi tilîliyan û çepikan hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Yalçin piştî gihîşt navçeya Elkê, ji bo definkirinê ber bi çiyayên Katoyê ve derket rê û gihîşt gundê Faraşînê. Ciwanên cil û bergên neteweyî li xwe kiribûn cenazeya şervanê Yalçin dan li ser milê xwe û heya li goristana Şehîd Memed meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YPG’ê Yalçin, alên PKK, HPG û YPG’ê hatin hilgirtin. Girseyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê” û “Şehîd namirin” heya goristanê meşiyan.
Li goristana Şehîd Memed merasîma cenazeya şervanê YPG’ê Salîh Yalçin bi rêz girtinê dest pê kir. Piştî rêz girtinê Hevserokê Şaxa MEYA-DER’a yê Şirnexê Mele Halît Gungen axivî û got ku civanên Kurd dizanin ku azadiya Şengalê, Kobanê azadiya her çar parçeyên Kurdistanê ye û wiha axivî: “Ciwanên kurd hemberî çeteyên DAIÎŞ’ê ji ber azadiya gelê kurd şer dike. Ciwanên me ji bo rûmeta mirovahiyê berxwedanek pîroz dimeşînin. Em jî dibêjin ey şehîdê Kato em soza şopandina riya we didin.”
YPG MIROVAHIYÊ DIPARÊZE
Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Salîh Gulenç ji diyarkir ku Xeyrî Kato bi şehadeta xwe çiyayên Kato, zozanê Faraşînê û 44 kaniyên xwe xemilandiye û wiha axivî: “Xeyrî Kato wekî hemû şehîdên Kurdistanê li hemberî çeteyên xwînxar şerê mirovahiyê û şerê heqîqetê daye meşandin. Her wiha li hemberî alîgirên çeteyên DAIŞ’ê hikûmeta AKP’ê ji şer dikin. Bila hikûmeta AKP’ê baş zanibe, misilmanên heqîqî yên li hemberî çeteyên hov şer dikine. YPG rûmeta Rojhilata Navîn ji diparêze. Rêheval şehîd Xeyrî Kato baweriya xwe birdozî û felsefeya Rêber Apo anî û berê xwe da çiyayên azadiyê.”
Gulenç anî ziman ku tu eleqeya hikûmeta AKP’ê bi misilmaniyê re tune ye û axaftina xwe bi wan gotinan domand: “Oldarê me ji nav me dene. Kesê alîgirê zilmê bike wekî çeteyên DAIŞ’ê zilmê li ser Rojhilata Navîn dimeşîne divê zanibin ku ew jî şirîkê wan e. Yê îro alîgiriya çeteyên DAIŞ’ê dike hikûmeta AKP’ê bi xwe ye. Lê bila baş zanibe sedsala 21'emîn geşedanên di Rojhilata Navîn de diqewimin, bi birdozî û felsefeya Rêber Apo û tekoşîna heqîqetê dê bi ser bikeve. Îro Kurdistan bi saya serê van şehîdan gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Heya keçê û xortên Kurdistanê hebin tu kes nikare li Kurdistanê dagirkeriyê bike.”
SEROKÊ AZAD KURDISTANA AZAD E'
Birayê Yalçin Mehmet Yalçin ji spasiyên xwe pêşkêşî welatiyan kir û ev tişt anî ziman: “Şehîd şehîdê Kurdistanê ye. Serê Serok Abdullah Ocalan sax be, serê gelê kurd saxbe. Ya pêwîst divê mirov têkoşîna azadiyê bilindtir bike û Serok Ocalan azad bike da ku em Kurdistaneke azad ava bikin.”
Piştî axaftinan cenazeya Yalçin li Goristana Şehîd Memed spartin axê.