Asya Ebdullah: Dijminatiya li Rojava bi kêr nayê
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah got, "Girîng e dewlet û hikûmeta Tirk êdî helwesta xwe zelal bike. Dest ji dijminatiya li Rojava bîne. Divê çeteyên êrîşî Rojava dikin neyên destekkirin."
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah got, "Girîng e dewlet û hikûmeta Tirk êdî helwesta xwe zelal bike. Dest ji dijminatiya li Rojava bîne. Divê çeteyên êrîşî Rojava dikin neyên destekkirin."
Lêpirsîna li ser komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya 25'ê Hezîranê, dewam dike. Komîsyona Lêpirsînê ya ji aliyê Rêveberiya Kobanê ve hat avakirin, asta yekemîn a lêpirsîna xwe ya bi sê komîteyan dimeşîne, temam kir.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah der barê mijarê de bersiv da pirsên ANF'ê
Eger hûn careke din komkujiya 25'ê Hezîranê binirxîn, li ser rêbaz û armanca wê hûnê çi bêjin?
Ev komkujiyî li hemberî destketiyên Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin. Êrîşeke şerê taybet e ku ji navendekê hatiye organîzekirin. Li dijî projeya Xweseriya Demokratîk û gelên li Rojava bi hev re dijîn e. Çeteyên DAIŞ'ê ji hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran xwarin. Gelê herêmê destketiyên YPG/YPJ'ê bi coşeke mezin pêşwazî kir. Gelên Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmen xwedî li sîstema me, xwedî li alternatîfa jiyana demokratîk derdikevin. Ev êrîş li dijî van hemûyan hat kirin. Bi taybetî divê vê yekê destnîşan bikim; Hemû êrîşên heta roja îro li hemberî Rojava bi taybetî jî Kobanê hatin kirin, ji bo valakirina Rojava û Kobanê ji gel in.
Helwesta gelê Kobanê ya li hemberî komkujiyê çawa bû, wê karibe vê travmayê ji ser xwe biavêje?
Gelê me yê ku ev çar sal in di nava têkoşînê de ye û li hemberî hemû êrîşan li ser piyan ma, ev êrîş jî ji niha ve pûç kir û nehişt bigihêje armanca xwe. Helwesta gelê me ya li hemberî komkujiyê gelekî girîng e. Niha hin derdora li gorî xwe dinirxîne, lê belê gelê Kobanê li hemberî vê komkujiyê mînakeke mezin a berxwedanê nîşan da. Mînakên dilsoziyê yên dikarin bibin malê dîrokê derketin holê. Helwesta li hemberî qetilkirina jin, zarok û ciwanan nîşan da, careke din dilsoziya gelê me ya bi nirxên şoreşa li Rojava nîşan da ku çiqasî pîroz e. Hin dîmen hene ku nîşan didin; dema zarokên biçûk tên qetilkirin nîşaneya serketinê nîşan didin. Jin, heta hatina şervanên YPG/YPJ'ê radihêjin kleşê û li dijî çeteyan li ber xwe dane. Haya me ji van hemûyan heye. Gelê Kobanê li hemberî qetlîemkaran li ber xwe da, lê mixabin ji ber ku kincên YPG'ê li xwe kiribûn û rewş di cih de nehat fêmkirin, ewqas mirovên me jiyana xwe ji dest dan.
Hin derdora komkujiyê weke hincet nîşan didin û êrîşî we dikin? Hûn van daxuyaniyên êrîşkariyê çawa dinirxînin?
Hin derdor hewl didin sûdê ji van êrîşan werbigirin, xwe ji aliyê siyasî ve di ser van êrîşan re xwedî bikin. Îstîsmareke dûrî pîvanên exlaqî heye. Ev derdor dibêjin, 'me beriya niha gotibûn, hêzên heyî nikarin Rojava biparêzin' û bi vî rengî hewl didin xwe ji komkujiyê xwedî bikin. Di nêrîn û siyaseta van hêzan de şoreş nîne, berjewendiyên gel nîne. Dema hêzên YPG/YPJ ev çar sal in li hemberî her şêwe êrîşan li ber xwe dan, van hêzan bi tenê daxuyanî dan çapemeniyê.
Em ne bala xwe didin van daxuyaniyan ne jî cidî dibînin. Eger ev hêz ji dil in bila werin li ber xwe bidin, şer bikin. Li rojava ji bo samîmîbûnê ji bilî vê ti pratîk nîne. Eger hûn dilsozê Rojava û gel bin, hingî ji bilî vê tiştekî din ê bê kirin tineye. Rojava bi daxuyaniyên çapemeniyê re nayê parastin. Hem ew ê xwe nelivînin, ji rehetiya xwe tawîzê nede, nehêle tiştek bi konfora wan bê, hem jî wê êrîşî lehengên vî gelî yên şer dikin û canê xwe didin, bikin. Li Rojava hukmê vê nîne. Gelê me vê siyaseta nokeriyê ya dema xwe dagirtiye nas dike û ti qîmetê nade vê siyasetê. Ji xwe bi hilbijartina refê xwe re bersiva pêwîst dide.
Di helwesta dewleta Tirk de ti guhertin heye?
Helwest/siyaseta dewleta Tirk û AKP'ê ji aliyê neyînî ve di rojeva tevahiya cîhanê û Kurdan de ye. Em parçeyek ji Sûriyeya demokratîk in û weke partî ji bo Sûriyeyeke demokratîk têdikoş in û em ê têbikoş in. Siyaseta heyî ya AKP û dewleta Tirk ne li gorî berjewendiyên gelên Sûriyeyê û Tirkiyeyê ye. Gotinên plana dagirkeriyê ya hikûmeta AKP'ê li hemberî Rojava bi lêv dike, nêzîkatiya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li hemberî Rojava radixe pêş çavan. Divê dewlet û hikûmeta Tirk êdî helwesta xwe zelal bike. Dest ji dijminatiya li Rojava dike berde. Pêwîste çeteyên êrîşî Rojava dikin bes bên destekkirin, bes bên teşwîqkirin. Daneyên şênber û helwesta siyasî aşkera dike ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ'ê û çeteyên din. Divê hemû saziyên demokratîk li hemberî vê helwesteke zelal nîşan bidin. Ji xwe hewldana dagirkirinê ji bo ti kesî ne xêr e. Her wiha divê zanibin ku hewldaneke bi vî rengî wê herî zêde ji bo Tirkiyeyê xeterî be.
Di lêpirsîna li ser komkujiyê de encamên çawa derketin holê?
Ji aliyê siyasî ve encamên em bi dest xistin ew e ku hin derdor ji destpêkê ve hevkarên êrîşên li hemberî Rojava û Kobanê ne. Ev jî ew derdorên ku me beriya niha jî gotibû; li hemberî êrîşan bê deng man, helwest nîşan nedan û hewl dan ji êrîşan sûdê werbigirin. Li aliyê din lêkolîn û lêpirsîna komîsyonên me, dewam dikin. Me sê komîte ava kirin. Van komîteyan hin encam bi dest xistin. Em şahidan û dîmenan dinirxînin. Di demeke kurt de em ê rapora xwe ya li ser vê amade bikin. Di vî warî de xebatên me derbasî qonaxa duyemîn bûne; qonaxa amadekirina raporê.
Ji bo hûn mijara komkujiyê bibin qada navneteweyî, xebateke we heye?
Em ê xebatên xwe ji her alî ve veguherînin raporê. Ev rapor jî wê bi awayekî fermî pêşkêşî saziyên navneteweyî were kirin. Lê belê divê gelek saziyên navneteweyî jî bên vê derê û lêkolînê bikin. Dosyayên heyî wê bi wan re bên parvekirin, wê karibin bi gelek şahidên komkujiyê re hevdîtinê bikin. Dîmen û belge wê werin parvekirin. Em bang li hemû saziyên dixwazin li ser jenosîda Kobanê lêklîna însanî û hiqûqî bike, bên Kobanê.
Li ser rola şênber a dewleta Tirk hûnê serî li dadgeha sûcên şer a navneteweyî bidin?
Komîteya me ya hiqûqê lêkolîna vê dike. Bê guman em ê vê nîqaş bikin, şert û mercên vê çi ne, divê çawa bê kirin, em ê vê binirxînin. Piştî ku me raporên xwe qedandin, komîteyên me wê biryarê bidin ku bi rêya kîjan saziyê bi çi rengî serlêdan were kirin. Yanî lêkolînên saziyên navneteweyî jî wê hebin. Ev dadgeh wê kîjan saziyan esas bigirin, em ê van diyar bikin. Lê belê dixwazim bêjim ku hem raporên komîteyên me hem jî raporên saziyên navneteweyî wê ji bo dozeke bi vî rengî weke referans werin qebûlkirin. Gelek sazî dikarin tevlî vê bibin û bi dîtina min wê li ber çavan bên girtin.