Nasnameya 3 endamên xweparastinê hat aşkerakirin
Fermandariya Giştî ya hêzên erka xweparastinê nasnameya sê endamên xwe yên di berxwedana rojavayê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Fermandariya Giştî ya hêzên erka xweparastinê bi daxuyaniyeke li ser malpera fermî ya navenda erka xweparastinê, nasnameya 3 şervanên erka xweparastinê aşkera kir. Daxuyaniyê fermandariyê wiha ye:
“Komên çete yên DAIŞ’ê ku di qadên şer de îflas bûne dest bi êrîşên xwekujî kirine. Komên çete bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî nuqteyeke hêzên me yên li rojavayê Serêkaniyê kirin. 8’ê Tîrmehê, dema şervanên me li dijî êrîşa çeteyan derketin 2 şervanên me yên bi navê Azad Mehmûd, Asim Umer û Xelîl Şêxo destana berxwedanê nivîsîn û gihiştin şehadetê. Em bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin û em soz didin ku em ê li ser rêya wan bimşin.ˮ
Nasnameya şervanan wiha ye:
Nav û paşnav: Xelîl Şêxo
Navê dayikê: Celîla
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: 29/2/1996
Cih û dîroka şehadetê: 9-7-2015
Nav û paşnav: Azad Mehmûd
Navê dayikê: Mehmûba
Navê bav: Îbrehîm
Dîroka jidayikbûnê: 2-2-1997
Cih û dîroka şehadetê: 8-7-2015
Nav û paşnav: Asim Umer
Navê dayikê: Ezîza
Navê bav: Mihemed
Dîroka jidayikbûnê: 25-4-1992
Dema tevlîbûnê: 2-1-2015
Cih û dîroka şehadetê: 8-7-2015