Bi sedan kesan sersaxî ji malbatên Demhat û Ocalan re xwestin

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê çûn serdana konê sersaxiyê yê têkoşer Ocalan Kobanê û Demhat Serêkaniyê ku di 6’ê Tîrmehê de li bajarê Girê Spî jiyana xwe ji dest dabûn û sersaxiya malbata wan xwestin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê çûn serdana konê sersaxiyê yê têkoşer Ocalan Kobanê û Demhat Serêkaniyê ku di 6’ê Tîrmehê de li bajarê Girê Spî jiyana xwe ji dest dabûn û sersaxiya malbata wan xwestin.

Bi armanca sersaxiya malbatên têkoşer û endamên YPG’ê Izedîn Hadî (Demhat) û Ocalan Îsmaîl ku di 6’ê Tîrmehê de li bajarê Girê Spî jiyana xwe ji dest dabûn, bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê serdana konê sersaxiyê kirin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên cangoriyên azadiyê û al û sembolên kurdî hatibû xemilandin. Li vir merasîmeke sersaxiyê hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Eyda Casim Semio di derbarê nirxên şehadetê de axivî û wiha got: “Em bejna xwe li hemberî ruhê hemû şehîdan ditewînin. Bi saya xwîna şehîdan hêzên YPG’ê û YPJ’ê serkeftinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dest xwe ve anîn û em bi saya wan di aramiyê de jiyan dikin.”

Di merasîmê de Endamê Komîteya Peywendî û Rêxistinî ya girêdayî YPG’ê Hisên Koçer di derbarê berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de axivî û wiha anî ziman: “Çeteyên DAIŞ’ê û serkêşê wan dewleta Tirkiyeyê hewl dan tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixin. Lê bi saya berxwedana ciwanên hemû pêkhateyên ku xwîna wan ketiye nava hevûdu, hemû siyaset û komployên DAIŞ û Erdogan vala hatin derxistin.”

Di merasîmê de her wiha li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ciwan Îsa, Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Serêkaniyê Stêrk Reşik û li ser navê Yekîtiya Star Zehra Qudo axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de xwîna hemû pêkhateyên herêmê ketiye nava hevûdu û ev yek jî nîşana vîna azad a pêkhateyên herêmê ye û xwe dispêre fikir û felsefeya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li aliyê din malbatên têkoşer Ocalan Îsmaîl û Izzedîn Hadî diyar kirin ku dê heta dawî li ser rêya zarokên xwe û hemû cangoriyên azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi dawî bû.