'Ciwanên li Başûrê Kurdistanê direvin derveyî welat'
Parlamentera Tevgera Goran Îbrahîm diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê di nava meha dawî de 3.000 ciwan bi rêyên qaçax reviyan derveyî welat û ji parlamentê xwest, ku çareseriyekê ji vê re bibîne.
Parlamentera Tevgera Goran Îbrahîm diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê di nava meha dawî de 3.000 ciwan bi rêyên qaçax reviyan derveyî welat û ji parlamentê xwest, ku çareseriyekê ji vê re bibîne.
Ji bo lêkolînkirina koça ciwanan a ji Başûrê Kurdistanê, 28 parlamenteran daxwaznameyek pêşkêşî serokê parlamentê kirin. Parlamentera Tevgera Goran Îbrahîm diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê di nava meha dawî de 3.000 ciwan bi rêyên qaçax reviyan derveyî welat û ji parlamentê xwest, ku çareseriyekê ji vê re bibîne.
Parlamentera Tevgera Goran Êvar Îbrahîm li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku ji reva ciwanan hikûmet berpirsyar e.
'HIKÛMET NIKARE PÊŞEROJEKÊ RADESTÎ CIWANAN BIKE'
Îbrahîm da xuyakirin ku reva ciwanan bi rêyên qaçax tên kirin û ji bo sedema vê revê jî ev nirxandin kir: "Zêdeyî 20 sal in hikûmetê li herêma me xizmeteke pêwîst, rewşeke ku karibe bersivê bide pêwîstiyên ciwanan, pêşerojekê bide ciwanan, neafirand. Her wiha krîza aborî û siyasî ya li herêma me di vir de xwedî bandoreke mezin e. Ciwan di nava van pirsgirêkan de difetisin, tengav in û weke rêya çareseriyê jî derdikevin derveyî welat. Ev çûyîn encama lêgerînekê ye. Eger hûn bersivê nedin pêwîstiyên wan ên bingehîn, hingî hûnê bibin sedem ku ew berê xwe bidin aliyekî din."
'MIRINÊ JÎ DIBIN PÊŞ ÇAVÊN XWE'
Îbrahîm anî ziman ku rêyên ji bo derketina derveyî welat tên bikaranîn gelekî xetere ne û got, "Ciwan bi giranî bi rêyên derveyî qanûnan diçin derve. Ev rê gelekî xetere ne. Gelek ji wan mirinê didin pêş çavê xwe û direvin. Em nabêjin bila kesek dernekeve derveyî welat, jiyana xwe li cihê dixwaze nejî. Lê belê ev çûyîn ne normal e, çûyîna bi van rê û rêbazan nabe. Divê teqez çareyek ji vê re bê dîtin. Ji bo pêşî li rêyên ewçend xetere bê girtin, divê hikûmeta herêmê helwestekê nîşan bide û bi berpirsyarî rabe. Pêwîste pirsgirêkên ciwanan rast bên tespîtkirin û rêyên çareseriyê werin dîtin."
'BILA SEDEM Û ÇARESERÎ BÊN LÊKOLÎNKIRIN'
Îbrahîm diyar kir ku girîng e parlament vê mijarê di rûniştineke taybet de binirxîne û got, "Me îro daxwaznameyek ji îmzeya 28 parlamenteran pêşkêşî serokê parlamentê kirin. Di vê daxwaznameyê de mora parlamenterên ji Tevgera Goran, Hizbî Şûî (Partiya Komunîst), YNK, Yekgirtû Îslamî, Komala Îslamî û parlamentên Tirkmen heye. Em dixwazin parlament bicive, sedem û rêyên çareseriyê yên derketina derveyî welat, lêkolîn bike."