Hêzên Asayîşê nasnameya endamekî xwe aşkera kir
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava nasnameya endamekî Asayîşê yê 6’ê Tîrmehê di berxwedana bajaroka Aliya de jiyana xwe ji dest da aşkera kir.

Navenda Ragihandina Rêveberiya Asayîşa Rojava nasnameya endamekî Asayîşa Til Temir ê di berxwedana gundê Bedî ya başûrê bajaroka Aliya ya Serêkaniyê dikeve aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên Asayîşa Rojava bersiva êrîşa çeteyan dan û ne hiştin çete bikevin gund.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya hêzên Asayîşa Rojava hate weşandin wiha hat gotin: ˮÇeteyên DAIŞ’ê yên êrîş pêk anîn û xwestin gundê Bedyî ya başûrê Aliya ya rojavayê Serêkaniyê bixin destê xwe. Di encamê de hêzên Asayîşê bersiva êrîşa çeteyan dan û êrîş vala derxistin. Di encama êrîşê de endamê Asayîşa Til Temir Xelîl Bişar Seydo di sibeha 6’ê Tîrmehê de gihişte şehadetê. Em wekî hêzên Asayîşa Roajva soz didin Şehîd Xelîl ku em ê ji bo ewlekariya hemû pêkhateyan li ser rêya wî bimeşin. Em teqez dikin wê hemû hewldanên çeteyan vala bên derxistin.ˮ
Nasnameya endamê Asayîşê wiha ye:
Nav û Paşnav: Xelîl Sîdo
Nasnav: Xelîl
Navê Dayikê: Zehra El-Berî
Navê Bav: Beşar
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Gundê Erîşa yê Serêkaniyê/7-4-1974
Dîroka Tevlîbûnê: 1’ê Nîsana 2014
Cih û Dîroka Şehadetê: Aliya-Serêkaniyê-6 Tîrmeha 2015