Li hemberî qadên gerîla tevgera hewayî
Tevgera hewayî ya li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dike.
Tevgera hewayî ya li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku balafirên artêşên Tirk û Îranê li ser qadên gerîla geriyane.
Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Di 5'ê Tîrmehê saet di navbera 07:30 - 14:30 de, artêşa Îranê li herêma Qendîlê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.
Ji saet 20:00 ê 5'ê Tîrmehê heta saet 08:00 ê 6'ê Tîrmehê li herêma Zagrosê, di 5-6'ê Tîrmehê saet di navbera 20:00 - 12:00 de li herêma Zap û xeta sînor, di 5-6'ê Tîrmehê saet di navbera 20:30 - 01:00 de li qada Şehîd Baran a navçeya Amed Farqînê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re artêşa T.C a dagirker keşif kiriye. Di 6'ê Tîrmehê saet di navbera 10:00 - 13:00 de li herêmên Zagros, Zap û Avaşînê, tevgera balafirên şer rû daye."