Li Rojava operasyonên li dijî çeteyan dewam dikin

Operasyonên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê bê navber dewam dikin. Di şer de gelek çete hatin kuştin.

Operasyonên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê bê navber dewam dikin. Di şer de gelek çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku operasyonên li hemberî herêmên li başûrê Kobanê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne dewam dikin û got, "Hêzên me duh li vê qadê dest bi operasyoneke nû kiriye. Di encama operasyonê de aliyê ser rêya Sirîn-Reqayê yê rêzegirên Maxaretên bi temamî ketine bin kontrola hêzên me. Bi vî rengî rêya Reqa-Sirînê ji aliyê hêzên me ve hatiye kontrolkirin.

Hêzên me, tevî rêzegirên Maxaretên, li herêma di navbera gundê Serêkaniyê û bajarokê Sirînê jî serdest bûne. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di şerê li vê herêmê de tespît nebûye."

'LI DERDORA AYN ÎSA DERBÊN GIRAN LI ÇETEYAN HATIN XISTIN'

Navendê diyar kir ku di roja 61. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de hêzên Kantonên Cizîr û Kobanê, li derdora bajarokê Ayn Îsa operasyonên xwe dewam dikin û ev agahî da:

"Duh piştî nîvro, hêzên me li komeke çete ya li ser rêya Girê Spî-Reqayê xistin. Di çalakiya bi bandor a hêzên me de maşîneke çeteyan bi temamî hat rûxandin, li maşînekê jî derbên bi bandor hat xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê derê, nehat zelalkirin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên xwestin pêşî li pêşveçûna hêzên me bigirin, bi hêz û çekên giran ên ji Iraqê anî re danê vê sibehê li herêma di navbera rojavayê Çiyayê Kizwanan û Ayn Îsa de hin rêze êrîş lidar xistin.

Îro danê sibehê çeteyên DAIŞ'ê li herêma di navbera bajarokê Ayn Îsa û gundê Qantariye yê 35 kîlometre li aliyê rojhilat e, rêze êrîş kirin. Komên çete di van êrîşên xwe de heta niha li 3 nuqteyên cuda bi maşînên bombebarkirî êrîşa întixarî kirin. Li hemberî van êrîşên xwekujî û êrîşên din ên li nuqteyên cuda hêzên me berxwedaneke mezin nîşan dane. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herêmê nehatiye zelalkirin.

Di êrîşên çeteyan de 6 hevrêyên me yên bi fedekarî û vîneke mezin têkoşiyan, gihîştin şehadetê.

JI ÇETEYAN HEWLDANA ÊRÎŞÊ

Çeteyên DAIŞ'ê di heman demê de li rojavayê çiyayê Kizwanan êrîşî rêya di navbear Reqa û herêma Cizîrê de kirin. Çeteyên ji nuqteyên cuda xwe berdan herêmê li depoyên genim ên Alya, gundên Salihiyê Edwan û Rehaniye Beggara hatin dorpêçkirin. Di şerê li vê qadê de bi qasî hatiye tespîtkirin 4 çete hatine kuştin.

Di parastina vê herêmê de 2 hevrêyên me yên di cih de bersiv dan êrîşên çeteyan û nehiştin çete bi pêş ve biçin, gihîştin şehadetê.

Operasyonên hêzên me yên li herêmê dewam dikin."

ÇETE HATIN QEWIRANDIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî navenda bajarê Hesekê jî dewam dikin û hat gotin: 

"Komên çete duh piştî nîvro ji herêma Pira Spî ya li başûrê Hesekê êrîşî du nuqteyên cuda kirin. Di encama destwerdana hêzên me de êrîş hat şikandin û çete ji herêmê hatin qewirandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê herêmê nehatiye zelalkirin.

Hêzên me duh bi şev li hemberî vê koma çete derketine operasyonê. Di encama operasyonê de Pira Spî ya xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji çeteyan hatiye paqijkirin. Di vê operasyonê de endamekî çete bi kalaşnîkovekê, 4 şarjor û rextekî bi mirî hatiye bi dest xistin."

LI TIL HEMÎSÊ OPERASYON

YPG'ê got, "Hêzên me duh piştî nîvro li xaçerêya Xessan a li başûrrojhilatê Til Hemîsê derketine operasyonê. Di encama operasyonê de maşîneke leşkerî ya çeteyan hatiye rûxandin. Hejmara çeteyên di wesayîtê mirine yan jî birîndar bûne, nehatiye tespîtkirin."