Ji karkerên li Manîsayê jiyana xwe ji dest dan 13 jin in
Nasnameya 13 jinên ji 15 karkerên di qeza li navçeya Manîsa Golmarmara de jiyana xwe ji dest dan, aşkera bû.
Nasnameya 13 jinên ji 15 karkerên di qeza li navçeya Manîsa Golmarmara de jiyana xwe ji dest dan, aşkera bû.
Li navçeya Manîsa Golmarmarayê, qemyoneta karkerên çandiniyê ya ji gundê Çokelek diçû navendê û tankera şîr li nêzî gundê Hacivelîler li hev qelibîn. Di bûyerê de 13 jê jin 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nasnameya mirovên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan bi vî rengî ye:
"Fadîme Orhan (48), Zeynep Uysal (32), Ummuhan Uysal (30), Durdane Kaya (40), Burak Kaya (15), Zekiye Çetîn (54), Nesrîn Aydîn (27), Seydî Aydin (53), Zeynep Çetîn (35) , Kezban Uysal (67), Ummu Demîrkol (38), Ayşe Yaşar (40) , Yildiz Ozturk (41), Azîze Kars (52) û Ayşe Aydin (47)."
Hat hînbûn ku hemû karkerên demsalî ji gundê Çokelek in û bi yewmiyê diçûn pelê rezan berhev bikin.
Li gorî agahiyan, yek ji jinên jiyana xwe ji dest daye, ducanî bû.
Sedema qezayê hîna nehatiye zelalkirin û li gorî agahiyên destpêkê tankêra ji xeta xwe derketiye û ajokarê qemyonê jî raza ye, lewma qezayê rû daye.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.