Şervanê YPG'ê Şan li Wanê bi girseyî hat oxirkirin

Şervanê YPG’ê Nejdet Şan ê nas navê Felat Serda ê li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmekî tevlîbûna hezaran kesî re ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hat oxir kirin.

Şervanê YPG’ê Nejdet Şan ê nas navê Felat Serda ê li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmekî tevlîbûna hezaran kesî re ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hat oxir kirin.

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Nejdet Şan (Felat Serda) ê ku di şerekî li Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, li pêş navçeya Westanê ji aliyê konvoya ji sedan wesayîtan ve hat pêşwazî kirin û anîn gundê Kûrûbaş ê navçeya Artemêtanê. Li vir bi hezaran kesên ku cenazeyê Şan hildan ser milên xwe bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” re her wiha bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê re anîn goristana Kurubaşê.

Li vir piştî kirina nimêja cenazeyê û xwendina duayan, ji bo bîranîna cangoriyên aştî û azadiyê deqeyek rêz hat girtin û cenaze hat veşartin. Hevserokên HDP’ê yên bajarê Wanê Veysel Dîlekçî, Derya Havya, alîkarên hevserokê HDP’ê yê Wanê Fadil Bariştiran, Caziye Dûman, parlamenterên HDP’ê yê Wanê Tugba Hezer, Selamî Ozyaşar, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. 

Di merasîma cenaze de destpêkê Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan anî ziman ku, “Di salên 80’yan de JÎTEM, di salên 90’an de Hizbûllah çibe îro jî DAIŞ ew e. hemû jî bermehên heman zêhniyetê ne. Hemû armanca wan tinekirina gelê Kurd e, lê wê gelê Kurd qet dev ji azadiya xwe bernede." Piştî Alkan jî hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî diyar kir ku wê gelê Kurd heyanî li ser xaka Kurdistanê azad bijî wê têkoşîna xwe berdewam bike û wiha aivî, "Ciwanên ku şehîd dibin rûmeta me ne. Tişta ku dikeve ser milê me bilindkirina têkoşîna wan ji me re hiştiye ye." Parlameterê HDP’ê yê Wanê Selamî Ozyaşar jî got, "Li hember hemû şehîdên azadiyê em bejna xwe bi hurmetî ditewînin. Şehîd rûmeta gelê Kurd in."

Dayik Xezal Şan jî got, "Şehîd Şehîdê Kurdistanê ye."