Cenazeyê Şervanê YPG'ê Şevket Demîr ê ku di 25'ê Hezîranê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li cihê lê hatî dinê, tevî astengiya leşkeran jî bi girseyî hat definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Şevket Demîr (Çiya Amed) ê ku di 25'ê Hezîranê de li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê komkuji pêk anî de jiyana xwe ji dest da li gundê Baqustan ê navçeya Stwerê ya Mêrdînê bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê Demîr piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê bi konveyekê qelebaxi anîn taxa Ewîna. Di ketina taxê de cenaze bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG" û "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin û piştre ber bi gundê Baqustan ve derxistin rê.
Di ketina gund de leşkera bi gelek wesayîtên zirxî û TOMA'yan pêşiya girseyê birîn û xwestin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê rabikin û naxwe destûrê nadin cenaze derbas bibe. Piştî hevdîtina girseyê cenaze ji wesayîtên girtin û bi meşê ber bi goristanê ve bigirin. Xizmên Demîr darbesta Demîr hembêz kirin û gotin, "Tu bi xêr hatî mala xwe tu bi xêr hatî kurê min" û demên hestiyar hatin jiyîn. Welatiyan bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî leşkerên li goristanê kombûn da.
Cenazeyê Demîr bi duayan hat definkirin. Piştî karên definkirinê Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê M. Alî Arslan axivî û diyar kir ku di demên dawî de li Rojava şer dijwar bûne û her roj ciwanên kurd jiyana xwe ji dest didin û xwedî gel û axa xwe derdikevin. Arslan balkişand ser rageşiya leşkeran derxistî û diyar kir ku hewldanên leşkeran bi armanc provokasyonê ne.
Dema girse jî goristanê derdiket du ciwan bi hincet puşiyên kesk, sor û zer girêdabûn hatin binçavkirin.
Du ciwan birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê.